Qedexeya li ser 178 gundan bi dawî bû

  • 12:04 15 Sibat 2018
  • Rojane
AMED - "Qedexeya derketina derve" ya duh li 178 gundan hat îlankirin îro bi dawî bû. 
 
Walîtiya Amedê ji ber operasyona bejayî ya bi hezar û 200 leşker û cerdevanî li navçeyên Pasûr, Farqîn, Hezro û Liceyê dest pê kir, li gelek deverên herêmê "qedexeya derketina derve" îlan kiribû. Walîtiyê daxuyand ku qedexeya li 178 gund û mezrikî hat îlankirin, hatiye rakirin.