Polîsan êrîşî Weşanxaneya Aramê kirin
- 12:03 15 Sibat 2018
- Rojane
AMED - Polîsan êrîşî Weşanxaneya Aramê ya li avahiya Kurdî-Derê kirin û bi balyozê derî şikandin. Her wiha polîsan dest xistin ser hinek pirtûkan.
Polîsan serê sibehê girtin ser Weşanxaneya Aramê ya ku li avahiya Kurdi-Derê ye. Di dema serdegirtinê de deriyên Aramê ji aliyê polîsan ve hat şikandin û dest xistin ser komputor û hinek pirtûkan. Polîsan sedema serdegirtinê negotin û ji avahiyê veqetiyan.








