TAJÊ derbarê komploya navneteweyî de daxuyanî da

  • 11:49 15 Sibat 2018
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ derbarê komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat li Şengalê şermezar kir û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komplo li ser hemû gelê kurd pêk hatiye û dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê bidome.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê û bi tecrîda giran a li ser pêk hat re polîtîkayên şer ên li Kurdistanê jî gur bûn. Hevdîtinên bi Heyeta Îmraliyê re jî ji Nîsana 2015’an heta niha tê astengkirin û ji wê dîrokê heta niha li gelek deverên Kurdistanê êrîşan dest pê kir û bi komkujiyên Pirsûs û Enqereyê berdewam kirin. Têkildarî komploya navneteweyî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî daxuyanî da. Di daxuyaniyê peyama bandora hêza jinê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat dayin.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser Êzidiyan jî hatiye kirin û wiha berdewam kir:"Em weke jinên Êzidî, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibat’ê, weke komployeke li ser Êzidiyan hatiye kirin dibînin. Li ser vê bingehê bi paradîgmaya Rêber Apo ya netewa demokratîk,  em ê li Çiyayê Şengalê bi pêşengtiya jinên Êzidî bi avakirina Şengaleke xweser û azad, soza pêkanîna erkên ku ji me re hatiye dayîn bidin. Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin."
 
'Em hînî têkoşîna çalak bûn'
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku jinên Êzidî dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin û wiha berdewam kir:"Wekî jinên Şengalê bi saya  felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan me têkoşîn û pergala jiyaneke nû honand. Em ê li ser esasê felsefeya Rêber Apo wî azad bikin. Têkoşîna azadiyê ya ku li hemberî hişmendiya dewletparêz-desthilatdar tê meşandin, wek jinên Êzidî me fêrî zanebûn, birêxistinbûn û bi têkoşîna çalak kir. Em ê vê têkoşîna çalak ji bo azadiya Serok Apo û demokrasiyê bi kar bînin."
 
'Pêşengê berxwdana Efrînê û têkoşerên ji bo azadiya Abdullah Ocalan jin in'
 
Herî dawî di daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Pêşengê berxwedana Efrînê û têkoşerên ji bo azadiya Abdullah Ocalan jin in. Êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk li ser Efrînê tê kirin berdewamiya komploya navneteweyî ye. Bi vê yekê hemû jinên cîhanê jî hedef hatine girtin. Qehremantiya ku di şexsê Avesta Xabûr de pêş ket, bûye îfadeya pêşengtiya jinê ya ku di berxwedana Efrînê de şênber bûye. Ev têkoşîna ku bi qehremantî pêş dikeve bi mîsogerkirina azadî û serkeftinê wê bibe hêza avakirina Şengalek  xweser û demokratîk. Li ser vê bingehê em jî weke jinên Êzidî girêdanbûna xwe ya li hemberî Rêber Apo nû dikin. Bi şîara 'Bi parçekirina pergala Îmraliyê ber bi  Şengalek azad ve' em soza bilindkirina têkoşînê didin."