Yekîtiya Ciwanên Ereb ji bo komployê meş li dar xist

  • 10:48 15 Sibat 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Yekîtiya Ciwanên Ereb ji bo komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, meşek girseyî li dar xist. 
 
Yekîtiya Ciwanên Ereb ji bo komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarokê Çelaxa yê girêdayi navçeya Girkêlegê meşek girseyî li dar xist. Bi hezaran ciwan beşdarî meşê bûn. Di meşê de alên YPG, YPJ, YCR û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin. Meşê ji destpêka bajêr dest pê kir heta nava Bazara Baêr berdewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê axaftin hat kirin. 
 
Di meşê de hat gotin ku kesên ku komploya navneteweyî pêk aniye dê nikaribe roniya roja azad tarî bikin. Her wiha hat gotin ku dê fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her bê şopandin û dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bike. 
 
Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.