Jinên Efrînê: Em ê bi sirûda berxwedanê Efrînê biparêzin
- 09:27 15 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de jinên Efrînê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin:"Em ê bi sirûda berxwedanê Efrînê biparêzin û nehêlin ku bê dagirkirin."
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê hem ji hewayê hem bejayî bê navber didome. Di encama van êrîşana de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek cihên dîrokî, dibistan, nexweşxane hedef hat girtin. Têkildarî mijarê Jinên Efrînê nerazîbûnên xwe nîşan dan, êrîş şermezar kirin û anîn ziman ku li dijî mirovahiyê sûcên mezin tê kirin, divê demildest ev êrîşên li ser Efrînê bi dawî bibe.
'Efrîn bi dîroka xwe ya giranbiha li berxwe dide'
Nesrîn Hêvî diyar kir ku Efrîn ne pariyakî hêsane ku daqurtînin û wiha got:"Efrîn xwedî dîrokek girîng e loma bi dîroka xwe ya giranbiha li berxwe dide. Divê hemû cîhan li dijî van êrîşana derkevin û li dijî van êrîşana dengê xwe bilind bike."
'Em li Efrînê di nava pergala wekheviyê de dijîn'
Jina bi navê Medîne Zeyno bal kişand ser wekheviya gelan a li ser Efrînê û wiha got:"Em li Efrînê Kurd, Ereb, Suryan-Aşûrî, Tirkmen bi hev re di nava pergala wekheviyê de dijîn. Lê dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê wekhevî û aramiya di nava gelan de hedef digire."
'Em ê li ax û wekheviya xwe xwedî derkevin'
Fatma Şebo girêdana gelê Efrînê ya li axa xwe destnîşan kir û wiha got:" Em tu caran nahêlin ku ev êrîşên dewleta tirk pişta me bişikîne û em ê li ax û wekheviya xwe xwedî derkevin."
'Pêşengtiya serîhildana Efrînê jin dikin'
Fatma Narinç jî bal kişand berxwedana jinê ya ji bo parastina axa Efrînê û wiha got:"Dewleta tirk çiqas êrîşî me bike em ê ewqas bi hêz bibin. Em nahêlin ew axa me dagir bike. Me hêza xwe ji dîroka jinên leheng ên Kurd distînin. Pêşengtiya berxwedana Efrînê jin dikin û em ê bi ser kevin."








