Dayikên Hesekê: Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe riya gelan ronî kir
- 09:26 15 Sibat 2018
- Rojane
Ronida Hacî
HESEKÊ - Dayikên ku hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kirine, derbarê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de axivîn, komplo şermezar kirin û gotin: "Dê berxwedana gelan ji bo komploya navneteweyî bibe bersivek xurt."
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê û bi tecrîda giran a li ser pêk hat re polîtîkayên şer ên li Kurdistanê jî gur bûn. Hevdîtinên bi Heyeta Îmraliyê re jî ji Nîsana 2015’an heta niha tê astengkirin û ji wê dîrokê heta niha li gelek deverên Kurdistanê êrîşan dest pê kir û bi komkujiyên Pirsûs û Enqereyê berdewam kirin. Têkildarî komploya navneteweyî dayikên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe riya gelan ronî kir."
Dayika bi navê Asiya Mele Elî ya ji Bajarê Hesekê ku di sala 1998'an de hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kiriye komplo şermezar kir û wiha got:" Xewn û xeyalên min yek jê ew bû ku ez Rêber Apo bibînim. Ev xeyala min pêk hat û di sala 1998'an de min Rêber Apo li Lubnanê dît û ez gelek kêfxweş bûm. Dema Serokê aştiyê lehengiya şehîdan şîrove dikir diyar dikir ku divê dayikên ku zarokên wan di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dabin, serbilind bin. Her gotinek wî maxzenek tecrubeyê bû. Bi gotinê xwe pêşiya mirovan ronî dikir û bi fikirên xwe aramî dida mirovan."
'Ew parêzkarê azadiya jinê bû'
Her wiha Dayika Asiya anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê gelekî têkoşîn kiriye û wiha dewam kir:"Dema ku me bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî, me dît ku li ser azadiya jinê nêrînên wî yên berfireh hene. Her dem girîngiya azadiya jinê ya ji bo civakê dubare dikir. Ew parêzkarê azadiya jinê bû."
'Nêzikatiya Abullah Ocalan a li dijî nirxên jinê pîroz bû'
Dayika Asiya herî dawî wiha got:"Ji ber ku min bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî loma min xwe gelekî bi siûd hês dikir. Sohbeta wî ji dil bû. Nêzîkatiya wî ya li dijî nirxên jinê pîroz bû. Li dijî doza xwe sekneke wî ya bi hêz hebû û vê yekê hêz dida jinê jî. Dema ku Rêber Apo hat girtin ji şehadeta zarokên min bêtir bandor li ser min kir. Ez hêvî dikim ku Rêberê me dê azad bibe û em ê bi hev re bijîn. Îradeya me jinan tu caran naşikê û nîşaneya vê yekê ya herî girîng berxwedana Efrînê ye."
'Serok evîndarê gel bû gel jî evîndarê wî bû'
Dayika bi navê Fehîma Fatimê ku du zarokên wê di rêya doza azadiyê de jiyana xwe ji dest dane roja 15' ê Sibatê weke roja reş pênase kir û wiha got: "Hêvî û azadiya civakê û jinê di dilê Rêber Apo de her zindî ye. Serok evîndarê gel bû gel jî evîndarê wî bû. Loma divê Rêberê me azad bibe."
'Em ê zincîra koletiyê bişikînin û Rêberê xwe azad bikin'
Her wiha dayika Fehîmayê bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: "Fikir û Felsefeya Rêber Apo ji bo gelan azadî û ji bo desthilatdar û dagirkeran jî wekî xeteriyek mezin dihat dîtin. Ji ber ku felsefe û nêrînên wî ne li gorî berjewendiyên neteweyên desthilatdar bûn loma bi komployek navneteweyî radestî dewleta tirk hat kirin. Lê bila hemû kes baş bizanibin ku em ê zincîra koletiyê bişikînin û Rêberê xwe azad bikin."
Fehîma di dawiya axftina xwe de wiha got: "Serokatî ji bo azadiya jinê berxwe da û êdî jin zincîra koletiyê dişkîne. Em ê jin ji bo azadiya Rêber Apo her dem li ser piya bin. Azadiya Rêberê me azadiya me ye."








