Sabîha Aktaş:Ev sê sale dixwazim biçim Îmraliyê
- 09:18 15 Sibat 2018
- Rojane
Safiye Alagaş
AMED - Girtiyên PKK’ê Veysî Aktaş di Adara 2015’an de ji girtîgeha Kirikkaleyê sewqî girtîgeha Girava Îmraliyê hat kirin. Xwişka Veysî Sabîha Aktaş diyar kir ku ev 33 meh in ji birayê xwe agahiyê nagire. Sabîhayê diyar kir ku ev sê sal in dixwaze biçe Îmraliyê û dema behsa Abdullah Ocalan dike kelecana wê ji çavên wê tê dîtin. Sabîhayê wiha got: “Ger min bidîta wê zimanê min bihata girtin. Ez nizanim min ê jê re bigota çi. Dewlet ev sê sal in bi hincetên ji rêzê nahêle em biçin Îmraliyê.”
Şehymus Poyraz, Bayram Kaymaz, Cumalî Karsu, Hasbî Ozdemîr û Hakki Alpan yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li girava Îmraliyê diman di 15’ê Adara 2015’an de ji wir hatin derxistin û şandin girtîgehên din. Di heman dîrokê Mehmet Saîk Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş, Nasrullah Kuran û Veysî Aktaş şandin girava Îmraliyê. Her 5 girtiyên PKK’ê wê demê ji bo xebatên sekreteryaya Abdullah Ocalan bimeşînin şandibûn Îmraliyê. Girtiyên şandin Îmraliyê ev 33 mehe bi malbata xwe re nikarin bikevin têkiliyê. Girtiyê PKK’ê Veysî Aktaş di 1994’an de cezayê muebetê yê giran girt û di Adara 2015’an de ji girtîgeha Kirikkaleyê şandin Îmraliyê. Malbatan diyar kir ku der barê çûyîna wî de agahdarî nehatiye kirin û ji televîzyonê agahî girtine.
Xwişka Veysî Sabîha Aslan diyar kir ku beriya sewqê ew çûne hevdîtinê û got: “Me kelecana wî hîs kiribû. Em jî bi kelecan bûn. Di hefteya yekemîn a Nîsanê de me got em biçin hevdîtinê lê em hîn bûn ku birine Îmraliyê.”
‘Em hîn nebûn ku çi hîs dike’
Sabîhayê bi lêv kir ku ew ji birina wî ya Îmraliyê gelek kêfxweş bûne û wiha pê de çû: “Me hevdîtinek nekir. Me nedît ku çi hîs kir. Gelo tiştên ku bigota hebûn an na. Ji ber vê em pir xemgîn bûn.
‘Min dixwest biçim Îmraliyê hevdîtinê’ Sabîhayê bi lêv kir ku dema hîn kirine ku Veysî birine Îmraliyê min xwest biçim hevdîtinê û wiha got: “Çûyîna wir nedibû nisîbê kesî. Min got ez biçim hevdîtinê. Lê piştî birayê min çû em bi giştî ji hev veqetiyan. Xeyala min bû çûyîn. Meha ewil em pir payîn. Me digot belkî em Birêz Ocalan jî bibînin. Lê her tişt di dilê me de ye.” Sabîhayê dema behsa Ocalan dikir kelecana wê ji çavên wê dihat dîtin û ev tişt bi lêv kir: “Ger min bidîta wê zimanê min bihata girtin. Ez nizam minê jê re bigota çi. Dewlet ev sê sale bi hincetên pûç nahêle em biçin Îmraliyê. Bixwazin me di saetekê de dişînin wir. Mafên wan hatiye xespkirin. Her cureyê tecrîdê pêk tînin. Yekane rêya çareseriyê ya ji kaosê Îmrali ye.”








