ROJEVA 15'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 15 Sibat 2018
- Rojev
*Jina ji Bosnayê ya bi navê Mûamîra Marsêl ji aliyê hezkiriyê xwe hat xapandin û beşdarî DAÎŞ'ê bû. Mûamîrayê poşmaniya xwe anî ziman û behsa çîroka xwe kir û got:"Divê tu jin neyê xapandin û nebe qurbanê desthildatdariya mêran."
*Dayikên ku hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kirine, derbarê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de axivîn, komplo şermezar kirin û gotin: "Dê berxwedana gelan ji bo komploya navneteweyî bibe bersivek xurt."
*Derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de jinên Efrînê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: "Em ê bi sirûda berxwedanê Efrînê biparêzin û nehêlin ku bê dagirkirin."
*Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê didomin, gele Efrînê di bin êrîşên tank û topan de li ber xwe didin. Hevşaredarên jin ên ku bertek nîşanî êrîşan dan gotin ku bersîva herî rast a li dijî êrîşan berxwedan û yekitiya neteweyî ye. Bi dîmen e.
*Welatiyên li gundê Dedeyazi ya navçeya Doganşehîrê dijîn li dijî kana madenê ya tê xwestin li gund bê çêkirin berxwe didin. Hem şîrketa xwediyê madenê û hem jî leşker gundiyan tehdîd dikin. Gundiyan diyar kirin ku ew li dijî celadê xwe berxwe didin û gotin ew şûnde gavê navêjin.
BI DÎMEN
*Koçerên Mêrdînê yên vegeriyan Zozanên Feraşînê yên di sêgoşeya Şirnex, Colemêrg û Wanê de ne, mehên zivistanê jî li şikeftên quntarên çiyayê Bagokê dimînin. BI DÎMEN
*Ji bo Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Cizîrê ku qeyûm hat tayînkirin, Mahmut Duru peywirdar kirin û li şaredariya ku polîtîkayên jinan jî hat feskirin di bin navê ‘xebata jinan’ de qursên Kuran, nexş û dirûnê tên dayîn.
*Girtiyên PKK’ê Veysî Aktaş di Adara 2015’an de ji girtîgeha Kirikkaleyê sewqî girtîgeha Girava Îmraliyê hat kirin. Xwişka Veysî Sabîha Aktaş diyar kir ku ev 33 meh in ji birayê xwe agahiyê nagire. Sabîhayê diyar kir ku ev sê sal in dixwaze biçe Îmraliyê û dema behsa Abdullah Ocalan dike kelecana wê ji çavên wê tê dîtin. Sabîhayê wiha got: “Ger min bidîta wê zimanê min bihata girtin. Ez nizanim min ê jê re bigota çi. Dewlet ev sê sal in bi hincetên komîk nahêle em biçin Îmraliyê.” BI DÎMEN
*Piştî qeyûm tayînî şaredariya bajarê Mezin a Amedê bû şûnde, Êzidiyên kampa Fîdanê hatin tayliyekirin û birin kampa AFAD’ê ya Mêrdînê û niha mafê wan yê tenduristiyê tê astengkirin. Êzidiyên li kampan rastî gotinên nefretê tên, koçî welatên Ewropayê dikin.








