'Dê lîstika komploya navneteweyî pûç derkeve'

  • 16:26 14 Sibat 2018
  • Rojane
Roken Goman
 
GIRKÊLEGÊ - Jinên Akademiya Star komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û nerînên xwe anîn ziman.
 
19 sal ji ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an derbas bû. Di encama vê komployê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate girtin û li Tirkiyê niha li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke girand tê hiştin. Têkildarî mijarê jinên Akademiya Star a bajarokê Rimêlanê nerînên xwe anîn ziman û komplo şermezar kirin. 
 
Jina bi navê Jiyan Hisên komploya  navneteweyî  şermezar kir û wiha got: "Siyaseta ku li dijî serok Apo û azadiya gelê kurd hatiye meşandin, ne ji niha ve ye, lê belê ji dema ku Kurdan nasnameya xwe nas kir û got ez kurd im ev siyaset tê meşandin. Rêber Apo bi felsefe û fikirê xwe yê azad ku li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê belav bûye, bûye hedefa hêzên navneteweyî. Serok Apo projeya azadî û aşîtiyê ji bo tevahî mirovahiyê pêşkêş kiriye, lewma îro mijara azadiya Serokatî erkê her netewekî û her kesayetekî welatparêz ku ji azadiyê hez dike ye." 
 
'Azadiya Rêber Apo kilîta çareserkirina pirsgirêk a Rojhilata Navîn e'
 
Jiyan Hisên di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girêdana gel a bi Abdullah Ocalan re û wiha got "Îro gelê Rojhilata Navîn bi armanca azadkirina Rêber Apo bi hemû rêbazan şer dike, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelan e. Perspektîfên Rêber Apo ji bo tevahî gelên bindest e. Ji bo wê jî azadiya Rêber Apo kilîta çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Bila her kes li gorî felsefeya Rêber Apo xwedîderketina xwe mayinde bike. Her çiqas komplo giran be wê tekoşîn û berxwedan geştir be. Dê lîstika komploya navneteweyî pûç derkeve"
 
'Kurd xwedî hêz û vîn e'
 
Her wiha Cîhan Mûsa jî wiha got: "Ji ber ku Rêber Apo rêberê aşîtî û demokrasiyê ye, dewletên dagirker neçar bûn û lewaz bûn, lewma komploya qirêj pêk anîn. Gelê Kurd ne wekî berê ye, gelê Kurd  êdî xwedî hêz û vîn e û li hember vê komploya li dijî nirxên gelan têkoşîneke bêhempa dide meşandin. Bi taybet jinên Kurd ku bi saya fikir û ramanên Rêber Apo rastiya xwe nas kirin pêşengtiya têkoşînê dikin. Em çiqas bêjin em hîn deyindarê Serokatî ne, lê wekî jin êdî rawestandin ji bo azadiya Serokatî nema heye, em ê tim di nava tekoşîn û berxwedanê de bin, ji ber ku bê serok jiyan nabe."