Fatmagul Demîrtag a ku şer nexwest hat girtin!
- 15:05 14 Sibat 2018
- Rojane
MÊRSÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Fatmagul Demîrtag, bi hinceta tevli daxuyaniya çapemeniyê ya bi dirûşma “Ji şerê Efrînê re na” bûye hat girtin.
Li Mêrsînê di 22’yê Çileyê de bi hinceta bi dirûşma “Ji şerê Efrînê re na” daxuyaniya çapemeniyê dan, di 6’ê Sibatê de Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Fatmagul Demîrtag, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Mezîtliyê Mahmut Kamal û rêveberên HDP’ê Hasar Orhan û 2 kesên navên wan nehatin hînbûn hatin binçavkirin. Piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin.
Mahmût û Hasar û 2 kesên navên wan nehat hînbûn piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan, lê Fatmagul jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Fatmagul di îfadeya xwe ya li dadgehê de diyar kir ku ji bo di serî de zarok û jin zirarê nebinin wan ev daxuyanî daye û xwest bê berdan. Her wiha heyeta dadgehê jî bi îdiaya “Gel ber bi kîn û nefretê ve tehrîk kiriye” û “Propagadaya rêxistinê kiriye” biryara girtina Fatmagulê da.








