Sîvîlên ku malên wan hatine hilweşandin li berxwe didin
- 14:31 14 Sibat 2018
- Rojane
EFRIN - Welatiyên gundê Dimiliya yê navçeya Badîna ya herêma Racoyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin û gotin ku ew ê tucaran dev ji xaka xwe bernedin.
Welatiyên gundê Dimiliya yê navçeya Badînan a Racoyê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dan û anîn ziman ku xaniyên wan bê hilweşandin jî ew ê dev ji axa xwe bernedin.
Jina bi navê Kerîme Litfî Memo bertekên xwe nîşanî êrîşên dewleta tirk da û diyar kir ku ew ji tank û topên dewleta tirk natirsin û ew ê berxwe bidin.
Xezal Bekir diyar kir ku ew dev ji axa xwe bernade û wiha got: "Ji duh ve zêdeyî 50 top li ser gundê me ketin. Em nikarin ji ber van topan ji mala xwe derkevin, kes nizane wê kîjan kêliyê top bi ser me de werin. Tevî van êrîşan jî em ax û welatê xwe bernadin, nizanim Erdogan çi ji me dixwaze, lê bila baş bizanibe ku ew ê tucarî nikaribe derbasî xaka Efrînê bibe."
'Em ne şer, em aramiyê dixwazin'
Her wiha jina bi navê Rewşen Mustefa ya ji gundê Dimiliya jî bertekên xwe wiha li hember topbarana dewleta Tirk a li ser sivîlan anî ziman: "Çiqas êrîş bi ser me de werin em ji axa xwe dernakevin, em ê li pişta hevalên xwe bin. Ev zîhniyeta ku bi top, tank û balafirên xwe êrîşî me dike ma çi ji me dixwaze? Kuştina zarokan ne li gor zagonên navneteweyî ye. Em ê li dijî van êrîşana serî netewînin û em ê heya dawiyê li pişta YPG û YPJ'ê bin."
'Ev gund gundê berxwedanê ye'
Ciwanê bi navê Baqî jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Ji duh ve zêdeyî gelek top li ser gundê me ketin. Em hemû sivîl li vir in kesekî leşker nîne. Bi vê hinceta desthilatdariyê mal û milkên welatiyan hildiweşînin. Nîvê gund ji ber topbaranê hat hilweşandin. Ev gund gundê berxwedanê ye. Em tucarî dev ji axa xwe bernadin û heya dawiyê em ê xwe biparêzin."








