Jinên Tirbespiyê: Efrîn ne bi tenê ye

  • 14:19 14 Sibat 2018
  • Rojane
Şêrîn Zêrev
 
TIRBESPIYÊ - Jinên herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin û gotin ku ew ê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li pişta gelê Efrînê bin.
 
Li hember êrîşên dewleta Tirk gelê Kurd û bi taybet jin ketine nav liv û tevgerê û berxwedana gelê Efrînê silav û pîroz dikin. Li herêma Cizîrê jî bênavber meş û çalakî bi vê mebestê tên lidarxistin. Jinên herêma Cizîrê ku tevlî meşa li navçeya Tirbespiyê ya piştgiriya Efrînê bûbûn di vê derbarê de hest û helwesta xwe parve kirin.
 
Endama Meclisa Şaredariya Navçeya Tirbespiyê Vînda Ehmed helwestên xwe li hember êrîşên dewleta Tirk wiha anîn ziman: "Em ji bo piştgiriya Efrînê beşdarî vê meşê bûne. Efrîn tu ne bi tenê yî, em hemû li pişta tene, bijî YPG, YPJ û QSD, her bijî berxwedana Efrînê." 
 
'Efrîn pîroz e'
 
Her wiha Fensa Hisên a ji pêkhateya Ereb jî piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Efrînê anî ziman û wiha got: "Em tevlî çalakiyan dibin ji bo piştgiriya herêma Efrînê. Bijî ji berxwedana gelê Efrînê re ku heya niha li ser xaka xwe ne û tevî topbarana dewleta Tirk dev ji welatê xwe bernedane. Efrîn pîroz e. Banga me ji dewletên navnetewî re ew e ku piştgiriya berxwedana Efrînê bikin û li hember êrîşên dewleta Tirk derkeve."
 
'Rojava hemû li pişta te ye'
 
Mamosteya zimanê Kurdî ya bi navê Kewser Ehmed jî wiha got: "Em wek welatiyên herêma Cizîrê li bajarê Tirbespiyê  kom bûne ji bo ku dengê xwe bigihînin Efrînê û em bêjin Efrîn tu ne bi tenêyî, em hemû li pişta te ne, Rojava hemû li pişta te ye. Heya dilopa xwîna dawî em ê li peyî doza azadiya herêma Efrînê bin. Gelê herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe bi taybet jin tevlî nava çalakiyan dibin. Daxwaza me ew e ku dengê me bigihêje hemû cîhanê û li hember êrîşên dewleta Tirk bisekinin."