Li Edeneyê jineke bi tundiyê re rûbirû hat hiştin!

  • 13:11 14 Sibat 2018
  • Rojane
EDENE - Li Edeneyê mêrekî jinek bi tundiyê re rûbirû hişt.  Polîsên ku hat cihê bûyerê jî bi hinceta 'gilî nehatiye kirin' tu tiştek nekirin. 
 
Li taxa Çinarli ya Seyhana Edeneyê  mêrekî, jinek bi tundiyê re rûbirû hişt. Jina ku xwest alîkariyê bixwaze devê wê ji aliyê mêrê ku tundî li dijî wê pêk anî ve hat girtin û ji kesên ku xwestin alîkariya wê jî bikin re hat gotin 'em dergistî ne tu pirsgirêk tune ye'. Piştî ku şahidên bûyerê agahî dan polîsnan hatin cihê bûyerê û bi hinceta ku jina bi tundiyê re rûbirû maye gilî nekiriye tu gitek negirtin û ji cihê bûyerê vegeriyan.