YJŞ'ê derbarê komploya navneteweyî de daxuyanî da
- 12:11 14 Sibat 2018
- Rojane
ŞENGAL - Yekîtiya Jinên Şengalê derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da û peyama bilindkirina têkoşîna bi hev re da.
Yekîtiya Jinên Şengalê ji bo 19'emîn salvera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê komploya navneteweyî bi ser nekeve û bi berxwedana gelê kurd hêza azadiyê û jinê dê xurtir bibe.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkoşîna gelê kurd a li dijî komploya navneteweyî dê bi hêztir bibe û wiha hat gotin:"Em saleke nû ya komploya ku di 15’ê Sibata 1999'an de ji aliyê hegemonyaya navnetewî li ser Rêberê me pêk hat pêşwazî dikin. Têkoşîna me ya li hemberî vê komployê berdewam dike. Em berxwedêrên ku bi çalakiyên ' Hûn nikarin roja me tarî bikin' li hemberî komployê serî hildan bi rêzdarî bi bîr tînin û em soza şopandina rêya Zîlanan, Barînan û Arînan didin."
'Têkoşîna ji bo azadiya jinê deng veda'
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkoşîna jinê û wiha dewam kir:"Bi sedsalan e ku di şexsê jinê de tê xwestin ku civak bê kolekirin û bi vê komployê hat xwestin ku di şexsê jinê de pêşiya lêgerînên azadiyê were girtin û li ser vê esasê ji nû ve polîtîkayên tunekirinê were meşandin. Yek ji armanca bingehîn a komployê ew e ku hêzên hegemon bi komploya navnetewî xeyalên jiyana azad a gelan tune bikin. Lê bi pêşengtiya jinê ya têkoşîna jiyana azad berxwedan kêlî bi kêlî mezin bûye û hegemonyaya ku bi van êrişan encam negirtiye bi şêwazên cuda xwestiye ku van armancêv xwe pêk bînin. Tevî vê yekê têkoşîna ji bo azadiya jinê deng veda."
'Em ê bi rihê Zîlan, Barîn û Avestayan têkoşîna xwe bidomînin'
Her wiha herî dawî di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Piştî fermana ku di sala 2014’an de hat jiyîn û bû sedema bedelên giranbuha me hêz da xwe ku em bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û pîvanên jiyana nû û azad nas bikin. Bi pejirandina vê felsefeyê û birdoziyê, di têkoşîna me de ji bo pêşketinên ji bo azadiya civakê û jinê serdemek nû dest pê kir. Tevî vê yêkê em ê li hemberî komploya navneteweyî têkoşîna xwe hîn xurttir bikin. Ew ala têkoşînê ya ku me ji Zîlanan heya Berivanan, ji Delalan heya Avestayan, Barîn û Rojhatan hilgirtiye, em ê ber bi serkeftinê bilind bikin."








