Alîkariya dayikên Efrînê ya ji bo şervanan didome
- 10:36 14 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Alîkariya Dayikên Efrînê ya ji bo şervanên YPG/YPJ'ê didome. Dayik bi çêkirina xwarinê piştigiriyê didin şervanan û wiha dibêjin:"Hemû şervan zarokên me ne û em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin wan da ku axa me nekeve destên desthildatdaran."
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê yên ku di 20'ê Çileyê de dest pê kir dewam dike. Ligel vê yekê dayikên Efrînê piştgiriyê didin şervanan û ji bo wan xwarinê amade dikin. Dayikên Efrînê bi vê piştgiriê peyama têkoşîna bi hev re dan.
Dayika bi navê Zeyneb Elî ku ew bi xwe jî xwarinê ji şervanan re amade dike wiha got: "Em xwarinê ji şervanên li çeperên şer re çê dikin, ew me ji êrîşan diparêzin. Ax axa me ye û welat welatê me ye, mafê tu kesî tuneye ku desthilatdariya xwe li ser axa me ava bikin. Serkeftin a şervanên me ye."
'Hemû şervan zarokên me ne'
Her wiha jina bi navê Fatima Mihemed Elî piştgiriya xwe ya bi şervanan re wiha anî ziman: "Dewleta tirk çi ji me dixwaze, ji bo çi bi tank û topên xwe êrîşî me dikin û zarokan dikujin? Ew çiqas êrîş dikin bila bikin em dev ji axa xwe bernadin. Bila bi çavekî kêm li têkoşîna me nenêrin, em bi têkoşîna xwe navê xwe bi tîpên zêrin li dîrokê dinivîsin. Em niha xwarinê ji şervanên xwe re çê dikin, ew şervan hemû zarokên me ne û me diparêzin, em jî piştgiriya wan dikin."
Her wiha dayikên Efrînê bi moralekî mezin û bi dirûşma "Bijî berxwedan Efrînê" xwarinê ji bo şervanan amade dikin.








