Zelîxe Ebdulrihman: Bi tîpên zêrin berxwedana kurdan hat nivîsandin

  • 10:26 14 Sibat 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zede
 
EFRîN - Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk  a Herêma Efrînê Zelîxe Abdulrihmen êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê nirxand û got:"Gelê Efrînê û YPG/YPJ'ê bi berxwedana xwe dîrokek nû nivîsand."
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Efrînê Zelîxa Ebdulrihman derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Êrîşên Dewleta Tirk ên li hemberî gelê kurd  ne ji îro de ye. Ji dîrokê de dewleta Tirk  li hemberî hebûn, nasname û serkeftina gelê kurd disekine. Her wiha  niha jî bi nêzikatiye helwesta ku bi sed salan e pêk tîne, êrîşî Efrînê dikin." 
 
'Armanca van êrîşana tunekirina destkeftiyên Gelê Kurd e'
 
Zelîxa di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Armanca van êrîşana tunekirina destkeftiyên Gelê Kurd e. Lê bila dewleta tirk baş bizanibe ku gelê kurd tu caran serî natewîne û dê her dem têbikoşe."
 
Piştî serkeftina hilbijartinan êrişa dewleta Tirk zêde bû! 
 
Zelîxa wiha pêde çû: "Piştî ku gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dest bi hilbijartinên Neteweya Demokratîk kir û bi ser ket, Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser gelê kurd dijwartir kir. Bi taybetî li ser gelê Herêma Efrînê zêde kir. Dê serkeftina gelê kurd di projeya Netewa-Demokratîk de wê hemû hewaldanên dewleta Tirk vala derxîne."
 
'Em ê axa xwe ji Erdogan re bernedin'
 
Zelîxayê bal kişand ser kuştina sîvîlan û wiha pê de çû: "Bi êrîşên Dewleta Tirk bi dehan zarok tên kuştin, lê dewletên navneteweyî jî bê deng dimînin, ev jî îsbat dike ku dewletên navneteweyî piştgiriyê didin Erdogan da ku êrîşî Gelê kurd bike. Lê dîsa bila baş bizanibin ku hêza Gelê Efrînê li hemberî êrîşên dewleta Tirk naşkê û gelê Kurd dê bi ser bikeve. Tu caran em ê axa xwe ji Erdogan re bernedin."
 
'Bi tîpên zêrin berxwedana kurdan hat nivîsandin'
   
Zelîxayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevî ku dewleta Tirk bi 72  balafiran êrîşî herêma Efrînê kir jî, hêza şervanên YPG-YPJ'ê nehat şikandin û li hember êrîşên Dewleta Tirk  bi tîpên zêrîn berxwedana kurdan hat nivîsandin."