Jinên Suryanî: Efrîn ji bo tevahî netewan bûye cihê berxwedanê
- 09:42 14 Sibat 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Jinên Suryanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku Efrîn ji bo tevahî gelan bûye cihê berxwedanê û gotin:"Em ê jî wek jinên Suryanî têbikoşin û ji bo serkeftina Efrînê serî hildin."
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ku di 20'ê Çileyê de dest pê kir, hem ji hewayê hem ji bejayî berdewam dike. Di encama van êrîşana de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û her wiha cihên dîrokî, dibistan, nexweşxane jî hedef hatin girtin. Têkildarî mijarê jinên Suryanî ên bajarê Girkêlegê nerînên xwe anîn ziman û ev êrîş şermezar kirin.
'Efrîn ji bo tevahî netewan bûye cihê berxwedanê'
Reşa Derwêş a ji pêkhateya Suryanî êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir û wiha got: "Ev 6 sal in Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê di bin êrîşan de ye û bedelên giran tê dayin. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlên Efrînê dûrî nirxên mirovahiyê ne. Hemû netewên ku li Efrînê dijîn ji siyaset û êrîşên qirêj re dibêjin na. Efrîn ji bo tevahî gelan bûye cihê berxwedanê. Loma divê em tevahî jinên ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn, li dijî van êrîşan helwesta xwe ya şermezarkirinê diyar bikin, ji ber ku Efrîn vîn û berxwedana me ye."
'Şoreşa gelan bi ser ket'
Reşayê bal kişand ser şoreşa gelan û wiha pê de çû: "Dewleta tirk baş dizane ku li Efrînê terorîst tuneye lê ji bo ku dagirkeriya xwe mayînde bike, propagandeyên wekî ku li DAÎŞ'ê dixe, dike. Bi Rûsya û Rejîma Sûriyeyê re li hev kirin. Lê wan hesabê hêza yekbûna netewan nekiribû ku wê berxwedanek dîrokî bidin meşandin û planên wan vala derbixe û dê şoreşa gelan bi ser keve."
'Êrîş her dem li kurdan hatiye kirin'
Jina bi navê Mediya Eshed jî nerînên xwe yên têkildarî êrîşên Tirkiyeyê de wiha anî ziman: "Dema em li dirokê dinihêrin ji berê de êrîşên dewleta tirk ên li ser kurdan hene. Loma êrîş her dem li ser kurdan hatiye kirin. Îro jî em dibînin gelek êrîş li ser Efrînê tên kirin, careke din dîroka qirkirinê xwe dubare dike, armanca Erdogan ew e ku cîhanê ji dengê demokrasî û jiyana aram dûr bixe."
'Wekî jinên Suryanî ji bo Efrînê em ê têbikoşin û serî hildin'
Mediyayê diyar kir ku wekhevî û netewa demokratîkê dê bi ser bikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Çima Erdogan êrîşan dike? Dixwaze bi van êrîşana temenê îktidara xwe dirêj bike. Dixwazin bi fitne û fesadiyê gelê herêmê berdin ber hev û bi gef û tehdîdan îradeya gelan biçewisîne, lê her ew ê têk biçin, wekhevî û Netewa Demokratîk dê bi ser bikeve. Wekî jinên Suryanî ji bo Efrînê em ê têbikoşin û serî hildin."








