Piştî komployê 19 sal:Her dengê ji Îmraliyê derdikeve rê nîşan dide

  • 09:38 14 Sibat 2018
  • Rojane
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan diyar kir ku paradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yekane riya çareseriya kaosa li Rojhilata Navîn e û wiha got: “Her dengê ji ‘Îmraliyê derdikeve, rê nîşanî civakan dide.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê û bi tecrîda giran a li ser pêk hat re polîtîkayên şer ên li Kurdistanê jî gur bûn. Hevdîtinên bi Heyeta Îmraliyê re jî ji Nîsana 2015’an heta niha tê astengkirin û ji wê dîrokê heta niha li gelek deverên Kurdsitanê êrîşan dest pê kir û bi komkujiyên Pirsûs û Enqereyê berdewam kirin. Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û şûnde li Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û bi vê re êrîşên qirkirinê bi OHAL û KHK’yan dest pê kir. Polîtîkayên teslîmgirtinê rastî berxwedana gel hat û desthilatdariyê şerê li hundir niha li derveyê sînor li Efrînê dimeşîne. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalanê derbarê 19’emîn salvegera komployê de nirxandin kir û diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 19 sal in di bin tecrîda giran deye. Dîlekê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de qezencên gelê Kurd jî tê tûnekirin û wiha pê de çû: “Rêberê Gelê Kurd ev 19 sal in li Îmraliyê girtiye. Lê tecrîdê encam negirtiye. Vê jî berxwedana Rêberê gelê Kurd nîşan dide. Hêzên navneteweyî 19 sal berê Birêz Ocalan dîl girtin û xwestiye tevgera Kurd tasfiye bike. Lê berxwedana Birêz Ocalan û têkoşîna wî komplo vala derxistiye. Nokteya din ya girîng di serî de têkoşîna azadiya jinê, xwestin berxwedana jiyanê ya gelên Rojhilata Navîn tune bikin.”
 
‘Şer di şexsê Birêz Ocalan de dimeşînin’ 
 
Dîlekê destnîşan kir ku her dengê ji Îmraliyê derketiye di civakê de jîn bûye û rê daye ber civakan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Abdullah Ocalan her alî bi xwe re rêxistin kiriye û ev rêxistibûn jî spartiye esasên dîrokî. Îdeolojî û felseya Abdullah Ocalan ji bo me û kaosa Rojhilata Navîn çareserî ye. Divê em vê qebûl bikin ku bi tecîdê teslîm negirtine û bi hesta tolgirtinê, dîl tê girtin û ev jî îşkenceya sîstematîk û pêkanîna dij mirovahiyê ye. Di dîroka nêz de em di şerê Sûriyeyê de bûn şahid. Şer hat jiyîn kûr bû û herî dawî têkoşîn li dijî terora DAÎŞ’ê hatiye meşandin û serkeftin pêk hat. Dîsa di şexsê Birêz Ocalan de li 4 oarçeyê Kurdistanê li dijî qezencên Kurdan şerê înkar, îmha û qirkirinê hat meşandin.Lê ev planên bi salan berê hatine destpêkirin êdî ber bi dawiyê ve diçe.” 
 
‘Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn mifteya esas e’
 
Dîlekê bi lêv kir ku Kurd êdî ne Kurdên berê ne û ev tişt anî ziman: “Rêveberên dewletê ji bo bên serî her tim wekî ku li cem Kurdan e xwe nîşan dane û polîtîkayên tunekirinê meşandin. Lê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Hêza xwe ya xweser ava kiriye û axa xwe parastiye û bersiv daye van polîtîkayan. Şoraşa Rojava di dîroka cîhanê de mînak e. Avakirina netewa demokratîk a li wir bê guman di encama têkoşîna bi rêxistinê de pêk hatiye. Ev jî bi saya Birêz Ocalan pêk hatiye. Birêz Ocalan di siyaseta Rojhilata Navîn de mifteya esas e. Ancax Birêz Ocalan vê kaosê çareser bike. 
 
‘Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin’ 
 
Dîlekê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çawa gelê Kurd ji gotinên Abdullah Ocalan moral digirin, Abdullah Ocalan jî ji gelê Kurd moralê digire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu şerî qezenc nekiriye. AKP di vî şerê tarî de wê qezenc neke. Tirkiye li Îmraliyê hiqûqa hundir tûne dihesibîne û sûc dike. Hêzên navneteweyî jî hevkarî vî sûcî ne. Tû aliyê vê bêhiqûqiya bê qebûl kirin tûne.Em ê vê qebûl nekin.”