Ji zarokên hesretê ‘Rojê’ çend hevokên xweş û narîn..
- 09:12 14 Sibat 2018
- Rojane
STENBOL - Zarokekî Kurd ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje : “Bêrîkirin û hesreta me li dijî we roj bi roj zêde dibe. Em bi hesreta wê jiyana xweş û azad a me bi destên xwe afirandiye dijîn.”
Zarokên ji Rêberê PKK’ê re ku di bin tecrîda giran de ye re dibin heval û gotinên narîn yên ji devê wan diherin bersivê jî didin komployê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de di encama komploya navneteweyî de hat girtin. Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 19 sale li Girtîgeha Ewlehiya Bilind ya Tîpa F a Îmraliyê dimîne, di salên ewil de gelek name hatin nivîsîn. Ji van nameyan hinek ji aliyê zarokan ve hatibûn nivîsîn. Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê ‘Parastina Gelekî’ de gotibû ‘…Bi vî awayî zarokên me yên azad nehatin dinê, belkî jî wê mafê azad jidayikbûnê bibe rastîn.’
Zarokan Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de bû bi nameyên xwe tenê nehiştin û ji van nameyan hinek bi hevkariya parêzeran gihiştin Abdullah Ocalan û ev name di 2002'yan de di pirtûka bi navê ‘Ji Rojê re name’ hatin weşandin. Bêrîtan û xwişka wê Newroz ku li navçeya Qoser a Mêrdînê dijîn nameya ku bi kurdî nivîsîbûn wiha ye: “Ez zarokek biçûk ya keçim, lê dilê min bi qasî dinê mezin e. Kes min nas nake lê ez ji bo hemû zarokên cîhanê azadî û aştiyê dixwazim. Di sala nû de ji bo te azadî, ji bo me jî aştiyê dixwazim. Ez 8 salî me. Newroz jî 5 salî ye. Em slavên xwe yên mezin ji te re dişînin. Em ji bo hemû gelên Cîhanê jî yekitî û bi hevrebûnê dixwazin. Em jî dixwazin wek hemû zarokan bi zimanê xwe biaxivin.”
Rojhat Zoro yê 11 salî: “Ronahiya me, rûmeta me, mamosteyê me yê sereke. Ez sala te ya nû pîroz dikim û di sala nû de hêviya welatekî azad û ronî bi we re, dikim. Ez di sala nû de hezkirinek mezin, tenduristiyek ku tip lê matmayî dimîne û aramiyek ku kes bi qasî te nebîne hêvî dikim. Bi hezkirin, xwendekara we ya 11 salî.
Zarokek Kurd: “Bêrîkirin û hesreta me li dijî we roj bi roj zêde dibe. Em hesreta wê jiyana xweş û azad ya me bi destê xwe afirandiye dijîn. Ez azadiya we dixwazim.”








