Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê 15'ê Sibatê wê bikevin greva birçîbûnê

  • 17:03 13 Sibat 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku wê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ji bo 3  rojan bikevin grevê.
 
Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hat kirin, Denîz Kaya li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Denîz bi bîr xist ku 15'ê Sibatê ji bo gelên Kurdistanê weke rojeke reş tê dîtin û destnîşan kir ku berxwedana 20 salan a Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan a li zindana Îmraliyê hem komploya naneteweyî pûç kiriye, hem jî bûye navê biryardariya azadiyê.
 
Di daxuyaniyê de, di şexsê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' Halît Oral, Sema Yuce, Fîkrî Baygeldî, Serdar Arî, Elefterîa û Viyan Soran de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî hatin bîranîn û careke din lenet li komploya navneteweyî hat anîn.
 
Denîz got; "Em ê bi berxwedana xwe nîşan bidin ku tecrîda li ser Rêberê xwe ti carî qebûl nakin û di her şert û mercî de em ê li ber xwe bidin."
 
Êrîş berdewamiya  komployê ye
 
Di dewama daxuyaniyê  êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin kirin û hatin bibîrxistin û wiha hat gotin; "Hewldana dagirkirina Efrînê ku dewama komploya navneteweyî ye, bêçaretiya hesreta bi serketinê ye. Gelê Kurd ku reh berdaye nava vê axa qedîm, bi berxwedanê bûye yê xwe. Hêzên ku hewl didin kurdan tasfiye bikin, wê bi xwe tasfiye bibin. Gelê Efrînê li dijî artêşa tirk a dagirker û qirker  gelekî berxwedêr e. Hêza xwe ji axa xwe, ji roj, nirxên xwe yên pîroz, bawerî û rastiya xwe digire."
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî hemû nirxên kurdan û  ev tişt hat gotin; "Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê em ê li ber faşîzmê ti carî serî netewînin û tevî gelê xwe li ber xwe bidin."
 
Ji bo gelşkirina berxwedanê bang
 
Denîz destnîşan kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê, hewldana dagirkirina Efrînê, ferzkirina kincên yekreng, zext, zilm û îşkenceyê weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ew xwedî helwestekê ne û ji bo hişyarkirinê, di salvegera komploya navneteweyî de roja 15'ê Sibatê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê dikin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku eger êrîşên faşîzmê girantir bibin ew ê jî asta berxwedana xwe bilindtir bikin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel û mirovên pêşverû yên demokratîk, li rewşenbîran ahte kirin ku li dijî faşîzmê bibin yek û têkoşînê geş bikin.