'Dê hesabê komployê bidin'

  • 16:48 13 Sibat 2018
  • Rojane
Hîvî Botan
 
KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin : “Dewleta Tirk  çi dike, bila bike em ê bi têkoşîna xwe ya mezin serokê xwe azad bikin û dê hesabê komployê bê dayin. " 
 
Jinên Kantona Kobanê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û anîn ziman ku ev komploya li ser jinên kurd jî pêk hatiye. 
 
Jina bi navê Wehîde Şêxo destnîşan kir ku bi saya fikir û felsefeya Abdullah Ocalan gelê Kurd gihaşt vê astê û nehîşt ku komplo bi serkeve û wiha got: “Di destpêkê de  komploya 15’ê Sibatê şermezar dikim û ji bo fikir û felsefeya serokatî nebe gerdûnî  dewletên navneteweyî û Tirkiyeyê komplo pêk anîn." 
 
Xalya Salih  jî destnîşan kir ku komploya  li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployek li dijî mirovatiyê ye û wiha got:"Ji serokê me bigihêje azadiya xwe çi ji destên me bê em ê bikin. Em ê hem ji bo Serokê xwe hem jî ji bo Efrînê serî hildin."
 
Wehîde Hecî jî derbarê komploya navneteweyî de wiha got: " Ez roja 15'ê Sibatê dîlgirtina Serok  şermezar dikim, ew dewletên ku îtifaq bi hev re kirin û komployeke kirêt li ser gelê kurd meşandin, ez wan jî şermezar dikim. Bi fikir û Felsefeya  serok  afirandiye besî gelê Kurd e. Em ê heta dawiyê ji bo Serokê xwe û axa xwe berxwe bidin."