Jinên herêma Efrînê berxwedana Serdemê silav kirin
- 16:21 13 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Li herêma Efrînê bi hezaran jin daketin kolanan û hovîtiya dewleta tirk ku li ser sivîlên Efrînê dide meşandin şermezar kirin.
Rêxistina Kongreya Star li herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê û silavkirina Berxwedana Serdemê bi dirûşma "Jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin" , meşek girseyî bi tevlîbûna hezaran jinan li dar xist. Di meşa ku hat lidrxistin de hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk, jinên ereb û bi hezaran jinên Efrînê cihê xwe girtin.
Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tekoşerên azadiyê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hatin bilindkirin. Her wiha pankartên "Bêdengbûn hevkariya sûc e" "Ji bo parastina Efrînê jin rabin ser piyan" "Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser jinê ye" hatin hildan.
Meşa ku hat destpêkirin û hata qada nexweşxaneya Dêrsimê bi tilîlîyên dayîkan û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" "Jin jiyan azadî" "Bimire îxanet" "Ji hovîtiya Erdogan re na" berz kirin. Li qada nexweşxeneya Dêrsimê meş veguherî mitîngê.
Piştî deqeyek rêzgiritnê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk( PYD) Eyşe Hiso û Heveroka meclisa Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê Hediyê Yûsif axivîn.
Di axaftinan de hovîtiya dewleta tirk bi tayîbet li ser jina kurd hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Ji ber ku jina kurd pêşeng e, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê nikarîn jina kurd tune bikin. Serkeftin a gelê Kurd e û wê gelê Kurd bi ser bikeve. Çawa Erdogan li hember berxwedan û tekoşîna gelê Şengalê û Kobanê têk çû, wê îro li Efrînê jî Erodgan û çeteyên wî têk biçin."
Meş bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana jina Kurd" bidawî bû.








