Tehemûlî navê aştiyê nekirin: Komeleya 10'ê Cotmehê hat girtin

  • 14:43 13 Sibat 2018
  • Rojane
 
 
ENQERE- Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê ku piştî komkujiya DAIŞ'ê ya li Gara Enqereyê pêk anî ji aliyê malbatên mexdûr ve hat avakirin, ji aliyê Dadgeha Huqûqê ya Asliyeyê ya Enqereyê ve hat girtin. 
 
6'emîn danişîna doza Komeleya 10'ê Cotmehê ya malbatên kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliye hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê komeleyê de biryara girtinê da. Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê Mîtînga Aştiyê hatibû lidarxistin. Endamên DAÎŞ'ê li dijî Mîtînga Aştiyê ya li GAR'a Enqereyê pêk hat êrîşa bombeyî pêk anîbû. Di êrîşê de 101 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes birîndar bûbûn. Li ser daxwaza Walîtiya Enqeeyê bi hinceta di rêziknameya komeleyê de kêmasî hene dozger doz vekiribû. Danişîna doza komeleyê îro li 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliye berdewam kir. 
 
Walîtiyê destûr neda
 
Parêzerê Komeleyê Prz. Aydin Erdogan, di danişînê de parastin kir û wiha got: “Ji bo komeleyek bê girtin divê li dijî pergala cemaweriyê tev bigere. Divê li dijî pergala cemaweriyê sûc bike. Lê dijberî vê yekê komeleya me bi armanca piştevanî û şêwirmendiya malbatên di komkujiya herî bi êş bike hat vekirin. Di dîroka welatê de de komkujiya herî mezin ya birîna herî kûr di wîcdanê civakê de vekiriye ye. Ev komele ji bo piştevaniya van malbatan hatiye avakirin. Tevî vê armancê der barê komeleyê de doz hatiye vekirin. Komeleya me xwest kongreyê pêk bîne û bi vê kongreyê xala 5'an a di rêziknameyê de rast bike. Lê Walîtiya Enqereyê destûr neda ku komele kongreya xwe pêk bine. Komele, kooperatif, sendika û seziyên wekî wê dibe ku bi her awayî rêzîknameyê amade bikin. Di her kongreyê de dikarin di rêzîknameyan de guhertinan çêkin. Tu sedema ku komeleya me bê girtin tune. Lê tevî vê yekê Walîtiya ji dozger xwest ku doz bê vekirin. Dozger li ser daxwaza walî doz vekir. Ger ku ev komele bê girtin dê endam, rêveber û sendîkayên ku keda wan kediye birînek kûr di wan de çêke. Tu guhertinan çêneke jî nabe sedema ku komele bê girtin. Walî li gorî menfaeta hiqûqa dixwaze komele bê girtin. Komeleyê tu kes mexdur nekiriye. Lê ger ku ev komele bê girtin dê dê wîcdanê civakê birîn bibe û hemû endamê wê mexdûr bibin. Ez dixwazim doz bê redkirin. 
 
Komele hat girtin
 
Piştî parastina parêzer, heyeta dadgehê der barê Komeleya 10'ê Cotmehê de li gorî xala 60'emîn a HMK’ê hêjmara komeleyan a 5253'an biryara girtinê da. Heyetê biryar da ku komeleyê dewrî Komeleya Biratî û Aştiyê ya Anadolu bike.