Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê li Qamişloyê civîn li dar xist
- 14:39 13 Sibat 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Cara yekem Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê ji bo çalakiyên 8'ê Adarê li navenda Kongra Starê ya Herêma Cizîrê civînek li dar xist.
Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê ji bo çalakiyên 8'ê Adarê li navenda Kongra Starê ya Taxa Xerbî ya Herêma Cizîrê civînek li darxist.
Rêveberiya Kongra Star û komîteya wê, Partiyên Siyasî, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Yekîtiya Jinên Suryanî beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre nîqaş li ser çalakiyên 8'ê Adarê hat kirin. Di civînê de hat zanîn ku wê meş, semîner û gelek çalakiyên din bi vê boneyê li her derê werin li darxistin û civîn jî li bajar, gund û navçeyan werin çêkirin.
Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.








