Kongra Star: Dê têkoşîna jinê komployê vala derxîne

  • 14:17 13 Sibat 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongra Starê derbarê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û komplo hat şermezarkirin. 
 
Koordînasyona Kongra Starê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê têkoşîna azadiyê bilind bibe û komployê vala bê derxistin. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê têkoşîna jinê hêviyên gel mezin bike û wiha berdewam kir:" Em şehîdên xwe yên ku li hemberî rastiya komployê bi dirûşma 'Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin' xwe li derdora Rêbertiya me kirin xelekek ji agir, bi rêzdarî û deyindarî bibîr tînin. Dê têkoşîna jinê komployê vala derxîne. "
 
'Êrîşên ser Efrînê berdewamiya komployê ye'
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên li ser Efrînê berdewamiya komployê ye û wiha dewam kir:"Têkoşîna azadiya me gihaştiye qonaxeke girîng. Heta ku em gihaştin vê qonaxê gelek bedelên giran hat dayin û hîn jî em didin. Ji bo em vê asta girîng wergerînin fersendên mayinde divê em bi awayekî yek tev bigerin. Ji bo komplo vala bê derxistin divê em bi rihekî hevpar tev bigerin. Bi vî awayî dê avakirina jiyaneke azad jî dê pêk were."
 
'Bi berxwedana Efrînê dê armanca komployê têk biçe'
 
Her wiha di daxuyaniyê de behsa têkiliya berxwedana Efrînê û komployê hat kirin û wiha hat gotin:"Di Efrînê de jin û gelê ku bi rûmeta xwe li berxwe dide xwe bi rêxistin dikin da ku bi berxwedana Efrînê armanca komployê têk biçe. Ji ber ku êrîşên li ser Efrînê berdewamiya komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ji bo azdiya Rêberê me û  jiyaneke azad û serbixwe divê em hemû mil bidin hev û têbikoşin. Wekî Kongera Star em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî vê komployê serî hildin."