Şandeya Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî li Efrînê civiyan

  • 13:31 13 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN- Bi armanca nîqaşkirina geşedanên li Rojavayê Kurdistanê, rewşa Efrînê û êrîşên dewleta tirk  partiyên siyasî, serokatiya herêma Efrînê û parlementoya Başûrê Kurdistanê civiyan. Di civînê de hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso anî ziman ku dê êrîşên li ser Efrînê vala derxin û dê serkeftin a gelê Kurd be. 
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê hem ji hewayê hem ji bejayî didome. Bi armanca nîqaşkirina geşedanên li Rojavayê Kurdistanê, rewşa Efrînê û êrîşên dewleta tirk  partiyên siyasî, serokatiya herêma Efrînê û parlementoya Başûrê Kurdistanê civiyan. Di civînê peyama yekîtiya neteweyî derket pêş û hat gotin ku divê ji bo parastina Efrînê bi rihê yekîtiyê tev bigerin. 
 
Têkiliyên Dîplomasî yên TEV-Dem'ê, Lijneya Rêveber a PYD'ê, Lijneya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê, Lijneya Navendî ya Partiya Demokratîk a Sûriyeyê, Lijneya Siyasî û Dîplomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê, Lijneya Navendî û ya Dîplomasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû, Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê beşdarî civînê bûn. 
 
Di destpêka civînê de Hevserok a Meclîsa Rêveberiya Herêma Efrînê Hêvî Mustefa xêrhatina şandeya parlementerên Başûrê Kurdistanê xwest û anî ziman ku Berxwedana Serdemê dê ji hemû cîhanê re bibe mînak. 
 
'Divê yekîtiya neteweyî bê avakirin'
 
Her wiha Hêvî Mustefa bal kişand ser yekîtiya neteweyî û wiha got: "Êşa me yek e, her wiha têkoşîna me jî yek e. Gelê me yê Efrînê jî bi hatina şandeya Parlementoya Başûrê Kurdistanê moral girtin. Divê em her dem piştgiriyê bidin hev û divê yekîtiya neteweyî bê avakirin."
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hiso jî wiha got: "Tirkiye bi êrîşên xwe ne tenê Efrînê hedef digire, pergala li tevahî Bakurê Sûriyeyê hedef digire. Loma divê em hemû gel bi hêzeke hevpar axa xwe biparêzin û xwedî li berxwedana serdemê derkevin. "