Serdana Konê Piştgiriyê yê ji bo Efrînê didome

  • 12:40 13 Sibat 2018
  • Rojane
Viyan Seîd-Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê li Şengalê kon hatibû vedan. Jinên ku serdana konê piştgiriyê kirin nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Efrîn hêviya jinên azad e, divê em li Efrînê xwedî derkevin."
 
Ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê li Şengalê kon hatibû vedan. Jinên ku serdana konê piştgiriyê kirin nêrînên xwe anîn ziman û peyama yekîtiyê dan. 
 
Jina bi navê Suad Hisên diyar kir ku ew ji bo alîkariya Efrînê ji dil û can dixebitin û wiha got:"Hemû cîhan dizane ku Efrîn bi berxwedana xwe  ya li dijî dagirkeran bi ser ketiye. Divê em hemû bi dilekî hevpar xwedî li Efrînê derkevin."
 
'Efrîn dê teslîm nebe'
 
Jina Êzidî ya bi navê Canê Mîrza hestên xwe yên derbarê êrîşên li ser Efrînê wiha anî ziman:"Em wekî Êzidî ji dil û can serkeftina Efrînê dixwazin û em naxwazin kesek têkeve axa Efrînê. Em ê hemû têbikoşin û Efrîn dê teslîm nebe."
 
'Azadî û serkeftin a jinên kurd e'
 
Sînam Birahîm jî anî ziman ku azadî bi têkoşîna jinê pêkan e û wiha pê de çû:"Jinên Kurd ji dîrokê heta a niha berxwedêr in. Ew ê nehêlin Efrîn bê dagirkirin. Azadî û serkeftin a jinên kurd e."