Li Efrînê êrîş: Kesek hat kuştin 3 kes jî birîndar bûn

  • 12:39 13 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Di encama topbarana dewleta tirk a li ser navenda Efrînê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku di 20'ê çileyê de hatibûn destpêkirin di roja 25'emîn de berdewam dikin. Di encama êrîşên ku îro li ser navenda Efrînê hat kirin de hat diyarkirin ku kesekî sivîl ê bi navê Ridwan Mihemed (35)  jiyana xwe ji dest daye û kesê bi navê Lokman Îsmaîl (31) ,  Heysem Mihemed (39) û yê bi navê Emîn Reşd Dawid (46) jî birîndar bûnê.