'Êrîşên li ser Efrînê berdewamiya komploya navneteweyî ye'
- 09:13 13 Sibat 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Sebah Elî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û nirxandinên xwe anîn ziman.
Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin. Ev 19 sal in ku li girtîgeha Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Dêrikê Sebah Elî nirxandin kir.
Sebah Elî komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Ev 19 sal in dewleta Tirk di nava şerd û mercên zehmet de li ser Rêber Apo tecrîdek giran dimeşîne. Rêberekî ku ji tevahî gelan perspektîfên xwe pêşkêş kiriye û di nava berxwedaneke mezin de ye, ji bo me dîrokeke dewlemend e. Eger em armanca tecrîdê binirxînin, bi dîlgirtina Rêber Apo dixwazin vîna gelan biçewisînin û dengê demokrasiyê winda bikin ji bo ku her tim gel tirsa desthilatdariyê bijî û nasnameya xwe ji bîr bike."
'Dewletên navneteweyî li hember felsefeya azad têk çûn'
Sebahê balkişand li ser planên di navbera dewletên hevkar ên ji bo girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Dewletên navnetewî yên ku bi demokrasiyê bang dikin li hember felsefeya azad îflas têk çûn, ji bo wê jî tim di nava planên qirêj de ne da ku vîna gel têk bibin. Ji ber ku Rêber Apo koletî qebûl nekir û ji bo hemû gelan tekoşîn kir, komployeke qirêj derheqê wî de pêk anîn, wê dîrok hesabê vê yekê ji wan bipirse. Bila baş bizanin ew ê tucarî nikaribin kaniya fikir û raman bidin sekinandin, êdî gel bêyî Rêber Apo nikare bijî."
Sebah Elî têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo jinê jî wiha anî ziman: "Divê jin beriya her kesî xwedî li Rêberê xwe derkeve ji ber ku Rêber Apo bi şêwazeke watedar nêzî jinê dibe û ji bo wê têkoşîn daye meşandin. Piştî ewqas salên koletiyê ku li ser jinê hat meşandin, Rêber Apo riya jinan ronî kir û hişt ku jin azad bibe. Ji bo wê jî em ê weke jin bê navber banga azadiya Rêberê xwe bikin heya em rêberê xwe azad bikin."
'Êrîşên li ser Efrînê berdewamiya komploya navneteweyî ye'
Sebahê got ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê berdewamiya komploya navneteweyî ye û wiha got: "Desthilatdariya Erdogan û dîktatoriya dewletan îro dixwazin derbasî Efrînê bibe, lê li beramberî vê êrîşê berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Eger em li dîrokê binêrin bûyera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo û êrîşên li ser Efrînê bi hev girêdayîne. Ev êrîş berdewamiya komployê ye. Çawa di pêkanîna komployê de tevahî dewletan xwe kirin yek, di eynî demê de li ser Efrîna aram jî xwe dikin yek, lê wan hesabê gel nekiriye ku edî gel rabûne serhildanê û vê serhildanê mezin dikin. Rêxistinkirin mezin bûye, êdî gel nema bêdengiyê qebûl dike û wê heya serkeftinê şer bike. Em bang dikin ku tevahî gelên aşîtîxwaz dest bidin hev, berxwedanê mezin bikin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin."








