ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN

  • 09:00 13 Sibat 2018
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Sebah Elî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û nirxandinên xwe anîn ziman. BI DÎMEN
 
*Dayika Suad Hisên a ji bajarê Dêrikê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin derbeyekê li vîna gelê Kurd bixin, lê ev komplo vala derket." BI DÎMEN
 
*Endama Rêveberiya Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnis êrîşên li ser Efrînê nirxand û got:"Dê Berxwedana Serdemê bi hêza gel, zarok û şervanan bi ser bikeve." BI DÎMEN
 
*H.A.A.A ya li Mersînê piştî êrîşa li hemberî wesayîta polîsan hat binçavkirin û girtin, rastî îşkenceya zayendî, şîdet û tehdîdên polîsan hat.Parêzerê, H. Muharrem Şahîn, diyar kir ku derbarê şîdet û pêkanînên nebaş ên muvekîla wê dîtiye de serlêdana sûc kirine.
 
*Li Kurdîstanê bi hezaran mirov di girtîgehan de ne. Li gel polîtikayên sirgûnkirinê herî zêde malbat zehmetiyan dikşînin. Rê xelas dibe lê zilma li ser malbatan bi dawî nabe. Dayikên ku naxwazin van rojan bidin jibîrkirin jî bi klaman, van rojan diherikînin ber bi dîrokê ve. BI DÎMEN
 
*Di ser komploya navneteweyî û anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan de 19 sal derbas bû. Ji Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin Newroz Uysal diyar kir ku yekane rêya ji kaosê bê derketin ji Îmraliyê derbas dibe û got ji bo hawira aştî û demokratîkbûnê ava bibe divê rêya Îmraliyê bê vekirin. DÎMEN HEYE
 
*Gelê Uzundere yê li dijî şîrketa ku bîrên JES’ê vedikin çalakiya nobetê dan destpêkirin û bi serkeftinê encam bû, ‘Şorba Aralik’ ya kevneşopiya sedsalan a Elewiyên Tahtaci ye, vê carê ji bo berxwedanê çêkirin.
 
*Parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş operasyonên girtin û binçavkirinê yên beriya kongreya HDP’ê ya li Enqereyê pêk anîn, hatin kirin nirxand û got: “Ev bêtehemuliya li dijî partiyeke ku sunî, elewî, tirk, ereb, suryanî û ezîdî têde ye. Ev rengînî AKP’ê ditirsîne.”