Li Tirbespiyê meşa protestoyî!

  • 16:49 12 Sibat 2018
  • Rojane
TIRBESPIYÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efrînê û komploya li dijî rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hat kirin  bi hezaran welatiyên herêma Cizîrê meşeke bi heybet li dar xistin.
 
Bi hezaran welatiyên  herêma Cizîrê li Bajarê Terbespiyê meşeke girseyî li darxistin û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Di meşa ku pêşengtiya wê Kongreya Star dikir de tevahî saziyên jin û partî her wiha bi hezaran jin ji hemû pêkhateyên herêmê  tevlî bûn. Meş  bi wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê, Alên YPJ/YPG'ê û QSD'ê hat xemlandin. Meş ji  Rojhelatê Bajarê Terbespiyê hat destpêkirin û heta Parka 'Şehîd Warşîn' hat berdewamkirin. 
,
Piştî rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê,hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif  axivî. Perwîn di kesayeta tekoşer Avêsta û Barînê de berxwedana serdemê silav kir û piştgiriya gelê Cizîrê ji Efrînê re ragihand. Her wiha  li ser navê pêkhateyên ereb û  sûryaniyan jî axaftin hatin kirin û wiha hat gotin: "Êrîşên bi zihniyeta desthilatdar ên dewleta tirk ku tu exlaq û qanûnên şer nas nake îro di roja 24'emîn de berdewam dike. Efrîn, gelên wê û cihê dîrokî bombebaran dikin. Zîhniyeta ku bê exlaqiya xwe berdewam dike, êrîşî goristanên şehîdan jî kir.  
 
Êrişên dijwar ji kesayeta Barîn Kobanê de têkçûn xwe didin diyarkirin û ji cenazeyên me jî ditirsin. Ev ne cara yekemîn e ku êrîşî goristanên me tên kirin. bi van kiryarên xwe carekedin tesbîta rûyê xwe yê reş û terorîst didin eşkerekirinê."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê"  "Şehîd Namirin " bi dawî bû.