Jinên Kobanê ji bo Barîn Kobanê meşiyan
- 16:42 12 Sibat 2018
- Rojane
KOBANÊ - Bi sedan jinên navçeya Qinê ya Kobanê ji bo şermezarkirina îşkenceya ku li cenazeyê şervana YPJ’ê Barîn Kobanê hatibû kirin, meşiyan.
Bi pêşengiya Rêxistina Kongra Starê bi sedan jinên navçeya Qinê, Hêzên Parastina Jinê û Asayîşa Jinê di bin dirûşma ’Berxwedana Jinê Faşîzma Erdogan têk bir’ meşiyan.
Jinan posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên şervana YPJ'ê Barîn Kobanê, alên Kongra Star û YPJ’ê hilgirtin.
Meş ji ber mala gel a navçeyê dest pê kir û li Xacerêkê jî bi dawî bû. Ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Paşê jî endama Rêveberiya Kongra Starê Sara Xelîl axivî û wiha got: “Ew kiryarên Dewleta Tirk ên ne ji rêzê nikare îradeya gelê Kurd bişkînin. Ji ber ku gelê Kurd bi fikra wekheviyê hemû netewan di nava xwe de hembêz dike."
Her wiha Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Qinê Kewser Silêman jî wiha got: "Em weke jinên navçeya Qinê dewleta Tirk şermezar dikin. Em weke jinên netewa Kurd, Ereb, Çerkez, Suryan û Ermenî li ser riya şehîd Barîn û Avesta ne. Heta damleya xwîna me ya dawiyê em ê li ser riya şehîdên berxwedana serdemê bin."
Meş bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.








