Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo Efrînê meş li dar xistin

  • 16:26 12 Sibat 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên ciwan ên Herêma Firatê bi dirûşma ‘Bi rihê Berxwedana Efrînê li hember Komployê Serî Hildin’ li dijî komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriya berxwedana Serdemê ya Efrînê meşek organîze kirin. 
 
Bi dehan jinên ciwan ên  Kantona Kobanê û navçeyên wê, Kantona Girê Spî û navçeyên wê li Qada Jina Azad bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana Efrînê kom bûn. 
 
Jinên ciwan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên çalakvan Barîn Kobanê, Avesta Xabûr û alên Yekîtiya Jinên Ciwan û yekîneyên Parastina jinê hilgirtin. 
 
Meş ji Qada Jina Azad bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana Efrînê, Bi can bi xwîn em bi te ren ey Efrîn’ dest pê kir û heta Qada Aştiyê dewam kir. 
 
Daxuyanî ji aliyê Elefteriya Harun ve hat xwendin
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê kurd di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin û wiha hat gotin:"Çawa ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi Komployekê xwestin di şexsê Rêber Apo de tevahî Kurdan tune bikin, niha jî li Efrînê heman lîstokê didin meşandin. Lê bila dijminê me  baş bizanibin ku çawa  me komplo vale derxist, îro jî bi berxwedana gelê me û YPG/YPJ û QSD’ê  hemû politîkayên qirêj vala tên derxistin. Em weke jinên ciwan carek din komployê şermezar dikin û berxwedana Efrînê silav dikin. Jinên ciwan Avesta ne, jinên ciwan cangoriyên welat in." 
 
Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşma "Bijî Berxwedana Serdemê" hat berzkirin.
 
Meş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Efrînê" li Qada Aştiyê bi dawî bû.