TJA: Têkoşîna jinan bi zextan nikare bê şikandin
- 15:38 12 Sibat 2018
- Rojane
AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan a hefteyek e li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê di bin çavan de ye civîna çapemeniyê li dar xistin û diyar kirin ku tenduristiya Ayşe ne baş e û ji tenduristiya wê bi fikar in.
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan dema li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 5'ê Sibatê de malbatek ziyaret kir hat binçavkirin. Gokkan ku hefteyek e di bin çavan de ye, li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tê rawestandin. Hat diyarkirin ku Aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan di bin çavan de tenduristiya wê ne baş e û rastî tundiya derûnî û neheqiyan hatiye. Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Aktîvîsta TJA'yê Elif Haran, diyar kir ku Ayşe di nava xebatên têkoşîna azadiya jinê de cihekî mezin digire. Elîfê, anî ziman ku dema Ayşe hat binçavkirin rastî tundiya derûnî û neheqiyên giran hatiye. Elîfê, destnîşan kir ku derbarê dosyaya Gokkan de biryara veşartinê heye û hefteyek binçavkirina wê dirêj kirine. Elîfê, anî ziman ku dema Ayşe hat binçavkirin destê wê li pişt wê kelepçe kirine û li Midûriyeta Polîsan a Nisêbîn û Mêrdînê lêgerîna tazî li ser wê ferz kirine û Ayşeyê ev yek red kiriye.
'Em binçavkirina aktivîstên jin şermezar dikin'
Elîfê, destnişan kir ku ew ji tenduristiya Ayşeyê bi fikar in û wiha got: “Hevala me di nava şert û mercên qirêj de dimîne. Di şertên ku ji tenduristiyê dûr de tê girtin. Ji ber hewa qirêj e û bê hewa ye, nikare nefesê bistîne. Em bi riya parêzeran fêr bûn ku tenduristiya Ayşeyê ne baş e. Hefteyek e di bin çavan de ye, lê heta niha 2 caran serûm lê xistine. Em ji tenduristiya Ayşe Gokkan bi fikar in. Ji tenduristiya hevala me Ayşe rayedarên dewletê berpirsiyar in. Binçavkirina Ayşe Gokkan û girtina wê ya di nava şert û mercên bê tenduristî tu carî nayê qebûlkirin. Em dixwazin demek berî demekê pêdiviyên tenduristiya hevala me bê temînkirin û serbest bê berdan.
Em binçavkirin û girtina li dijî aktivîstên jin şermezar dikin. 100 sal in heman rêbaz tên ceribandin. Lê hemû bê encam dimînin. Ev helwesta siyasî, dijminê jinê û dijminê demokrasiyê ye. Em dixwazin Ayşeyê û hemû aktîvistên me serbest bên berdan. Em biçavkirinê şermezar dikin."








