'Em ê pênûsên xwe bikin çek û Efrinê biparêzin'

  • 14:33 12 Sibat 2018
  • Rojane
GİRKÊLEGÊ - Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Zanîngeha Petrolê ya Bajarê Girkêlegê daxuyanî da û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir. 
 
Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Zanîngeha Petrolê ya Bajarê Girkêlegê daxuyanî da û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê xwendakarê pênûsên xwe bikin çek û Efrînê biparêzin. 
 
Daxuyanî ji aliyê xwendekar a bi navê Mizgîn Sarîk ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Em wekî Tevgera Xwendekarên Demokratîk tevahî êrîşên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û Efrinê şermezar dikin. Ji ber ku ev êrîş li dijî  fikir, azadî û hebûna me ye, em bêdeng namînin. Lewma ji bo  em azadî û serkeftinên xwe biparêzin em ê xwendekar  pênûsên xwe bikin çek û  ji bo rûmeta xwe şer bikin. 
 
'Dirûşma me berxwedan e'
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku dê xwendekar bi her awayî xwedî li Efrînê derkeve û di berdewamiyê de wiha hat gotin:"Ev êrîşên Dewleta Tirk ên ku têne kirin êdî sînorê mirovahiyê derbas kiriye.  Ji ber vê yekê jî em bang dikin ku kesên xwedî wijdan berê xwe bidin berxwedana Efrînê. Wekî şagirtên Rêber Apo  em êdî vê hovîtiyê nema qebûl dikin wê  her tim dirûşmeya me berxwedan be." 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo",  "Bijî berxwedana Efrinê" bi dawî bû.