Dozgeriyê derbarê Pervîn Buldan de lêpirsîn da destpêkirin
- 13:05 12 Sibat 2018
- Rojane
ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi boneya axaftinên li 3’yemîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê ku duh li Enqereyê hat li darxistin dest bi lêpirsînê kir. Hat zanîn ku serdozgeriyê, derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Wekîlê HDP’ê ya Enqereyê Sirri Sureyya Onder de, lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî Operasyona 'Şaxa Zeytûnê' bi hinceta axaftinên di kongreya HDP'ê de hatin kirin, derbarê Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan de lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriyê di daxuyaniyê de diyar kir ku posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di kongreyê de hatiye vekirin. Serdozger di daxuyaniyê de wiha got: "Şaxa Zeytûnê li dijî gelê kurd ê sivîl nîşan daye. Pesnê rêberê rêxistina terorê daye, Gel teşwîkî kîn û nefretê kiriye"








