'Dê berxwedana Efrînê bi ser keve'
- 09:16 12 Sibat 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
TIL TEMIR - Endama Rêveberiya Hêzên Natorê ya Til Temirê Sîlda Şemûn êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got: "Dê berxwedana Efrînê bi ser keve û desthilatdar dê têk biçin."
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dewam dike. Têkildarî êrîşên li ser Efrînê Endama Rêveberiya Hêzên Natorê ya Til Temirê Sîlda Şemûn anî ziman ku ew ê li dijî desthilatdaran serî netewînin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.
Sîlda Şemûn diyar kir ku bi yekîtî û vîna gelê herêmê ew ê berxwedana Efrînê bi ser bi keve û wiha domand: "Em êrîşên li ser Efrînê bi tundî şermezar dikin, berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ'ê silav dikin û em ji gelê Efrînê re dibêjin em li pişta we ne. Çawa li Şengalê, Reqayê, Kobanê em bi ser ketin, em ê li herêma Efrînê jî bi ser bikevin."
'Serkeftin dê ya gelê Efrînê be'
Sîldayê axaftina xwe wiha domand: "Tirkiye li hemberî hemû rê û rêbazên çareseriyê yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bûye astengiya herî mezin. Gelê Efrînê li zêdetirî nîv milyon koçberên ji herêmên Sûriyeyê hatine xwedî derdikeve lê bi awayekî domdar jî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin. Lê em dizanin ku gelê Efrînê li dijî van polîtîqayên qirêj têk naçin û serkeftin dê ya gelê Efrînê be."
'Em ê Efrînê biparêzin'
Sîldayê herî dawiyê wiha got: "Em wekî jinên Hêzên Natorê amadene ku em berê xwe bidin Efrînê û li hember dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin û gelê xwe biparêzin. Em hêviya xwe wenda nakin û em ê Efrînê biparêzin. Bijî berxwedana Efrînê."








