Jinên Kobanê: Komplo li dijî mirovatî û aştiyê hatiye kirin
- 09:12 12 Sibat 2018
- Rojane
KOBANÊ - Ji ser komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir 19 sal derbas bû. Jinên Gundê Elpelorê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 40 rojî li wî gundî mabû, diyar kirin ku komplo li dijî mirovatî û aştiyê hatiye kirin.
Ji ser komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û bû sedema girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 19 sal derbas bû. Têkildarî Komploya 9'ê Cotmehê de jinên Gundê Elpelorê ya navçeya Qinê ya Kantona Kobanê hestên xwe anîn ziman û gotin:"Em komploya navneteweyî bi zimanekî tund şermezar dikin. Komploya ku li dijî destkeftiyên kurdan pêk hat dê negihêje armanca xwe û serkeftin dê ya Gelê Kurd be."
'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya jiyaneke hevpar e'
Têkildarî komploya navneteweyî de Sabah Şukrî Xelef axivî û wiha got:" Armanca dewleta tirk a pêkanîna vê komployê tunekirina îradeya gelê kurd e. Em dixwazin ev tecrîda giran a li ser Rêberê me rabe û azad bibe. Çimkî azadiya Serokê me azadiya jiyaneke hevpar e."
'Em koletiyê qebûl nakin'
Ferîde Qadir anî ziman ku ew koletiyê qebûl nakin û wiha got:" Em ji bo Efrîn û Serokê xwe têdikoşin da ku em zincîra koletiyê bişikînin û em azadiya xwe bi dest bixin. Em vê komployê şermezar dikin û em dibêjin serkeftin a me gelê kurd e."
'Hêza me ji cîhanê dibe mînak'
Zehra Mistefa diyar kir ku hêza gelê kurd a di dîrokê de û heta niha ji cîhanê re dibe mînak û wiha got:"Gelê kurd her dem bi rûmeteka xwe serî hildane. A niha jî li Efrînê serî hildide. Bi hêz û quweta xwe ya dîrokî em ê Serokê xwe azad bikin."
'Abdullah Ocalan nîşana aştî û civakek azad e'
Şemsê Mela Yusuf diyar kir ku dê komplo bi hewldana jinê vala derkeve û wiha got:"Abdullah Ocalan nîşana aştî û civakek azad e. Divê em li fikir û ramanên wî xwedî derkevin û xwe biparêzin."
'Ew ê nikaribin roja me tarî bikin'
Gulistan Qadir jî anî ziman ku dê kesekê nikaribe roja wan tarî bike û wiha got:" Jina azad û pêşketî ji fikir û ramanên Rêber Apo feyz girtiye. Loma ji bo civakek azad û serbixwe divê em di şopa fikrê Rêberê xwe de bin û ji bo azadiya wî têbikoşin."








