ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 12 Sibat 2018
- Rojev
*Ji ser komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir 19 sal derbas bû. Jinên Gundê Elpelorê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 40 rojî li wî gundî mabû, diyar kirin ku komplo li dijî mirovatî û aştiyê hatiye kirin. BI DÎMEN
*Endama Rêveberiya Hêzên Natorê ya Til Temirê Sîlda Şemûn êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got: "Dê berxwedana Efrînê bi ser keve û desthilatdar dê têk biçin."
*Li Wêranşarê jina bi navê Nuriye Turk a 40 salî ku ev 15 sal in terzîtiyê dike, bi karê ku dike li dijî zextan serî rakiriye û zincîra koletiyê şikandiye. BI DÎMEN
*Platforma Jinan a Mêrdînê diyar kir ku bi dirêjkirina OHAL’ê re êrîşên li dijî jin û zarokan zêde bûne û diyar kir ku wê wek jin li dijî zextan tû car dest ji têkoşîn û piştevaniyê bernedin. BI DÎMEN
*Şahmîran Tekstîl a ku di çarçoveya projeyên Walitiya Dêrsîmê û Îşkurê de atolyeya tekstîlê vekiriye jinan wek hêza kar a erzan bi kar tîne.
BI DÎMEN
*Êrîşên li dijî Efrînê roja 24’an li pey xwe hişt. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku êrîşê li ser Êfrînê ku jin û zarok jî tên qetilkirin, bêtehamuliya li dijî gelê Kurd nîşan dide. BI DÎMEN
*Şîlan Soylemez a li Wanê 4 sal berê rastî tacîza mêrê bi navê Selîm Yildiz hat, wiha got: “Yê rastî tacîzê tê çima şerm dike? Ew şerm nake, dixwaze ez şerm bikim. Bila jinên rastî tacîzê hatine dengê xwe bilind bikin. Em ne tenê ne.”
*Tevî prensîba esas a Pergala Edeleta Ji bo Zarokan a Tirkiyeyê ‘zarokên sûc kirine bi civakê bidin qezenckirin û tedbîr bê girtin’ jî Cotkar A. Y yê 16 salî ji hemû mafên wî û malbata wî bêpar hat hiştin û ev 8 meh in di girtîgeha Tîpa D ya Amedê de ye.
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevî şert û mercên giran yên tecrîdê, bersiva pirsên ‘Jin dikare çawa azad bibe?’, ‘Dikare bi jinek çawa re bê jiyîn’, ‘Çima divê jin xwe ji nasnameya koletiyê biparêze’ da û tevî di ser perspektîfên wî de 19 sal derbas bûye, tevî komployê ji lêgerîna jinê re dibe pêşeng.








