Perwerdeya 'Şehîd Melsa Şêxê' bi dawî bû
- 15:43 11 Sibat 2018
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Perwerdeya ideolojî ya Şehîd Melsa Şêxê ku Kongra Star ji bo endamên hemû saziyên bajarê Serêkaniyê vekiribû bi dawî bû.
Perwerdeya Xweser a Şehîd Melsa Şêxê ku Kongra Star a bajarê Serêkaniyê ji bo jinên saziyên bajar vekiribû, bi dawî bû. Perwerdeya ku li Akademiya Şehîd Rustem Cûdî di 1'ê Sibatê de dest pê kir, di 11'ê Sibatê de bidawî bû. Jinên ku tevlî vê perwerdeyê bûn hest û ramanên xwe anîn ziman.
Endama Radyoya Waşûkanî Şêra Osê ku tevlî vê perwerdeyê bû anî ziman ku ji bo pêşketina jinan ev perwerde gelek girîng e û wiha got:"Rast e perwerde di demeke kurt de bû, lê me sûdeke mezin jê girt. Me giringiya perwerdeyê fam kir. Her wiha civaka xwezayî, rola jinê û dayikê xweş hat ravekirin. Me di vê perwerdeyê de rastiya serokatî jî fam kir. Her dem ji bo wekheviya mêr û jin bang kiriye. Tiştên ku em ji vê perwedeyê hîn bûn em ê hînî jinên derdora xwe jî bikin ku civaka me pêş bikeve."
'Mirov bi perwerdeyê pêş dikeve'
Her wiha endama Meclisa bajêr Hêvîn Mihemed Ebdo jî wiha behsa giringiya perwerdeyê kir: "Ev demeke ku me dest bi perwerdeya xwe kiribû, em 25 endam bûn, li gorî ku ev yekem care ez beşdarî perwerdeyê dibim, lê min pir sûd ji vê perwerdeyê girt. Bi taybet min rastî û mafê jinan jî nas kir. Min dixwest ev perwerde mehekê bidome, ji ber ku mirov bi perwerdeyê pêş dikeve. Ez serkeftinê ji hemû endamên ku tevlî vê perwerdeyê bûne dixwazim."








