'Ji tişta bê serê min rêveberiya girtîghê berpirsiyar e'

  • 15:38 11 Sibat 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gitiya li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsusê Nazli Solgin di hevdîtina bi telefonê ku bi malabata xwe re kir de diyar kir ku bi girtiyên din ên li koguşê re hatiye derbkirin.
 
Jina bi navê Nazli Sogin ku li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê girtiye di hevdîtina ku bi malbata xwe re bi riya televonê kir de binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan û derbarê rewşa tendrustiya xwe de agahî dan.   Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyaê de hat weşandin hevala naziliyê Ufuk Demîr a ku derbarê wê de agahî da diyar kir ku Nazli nexwşeke rewşa wê girtina e. Ufuk anî ziman ku nazliya li ser mêcjiyê wê tumor heye li aliyekî jî dilê wê mezin dine, li ser kezeba wê ya spî leke, astim û nexweşiyên wê yên wekî bawîbûnê (romatîzma) hene. 
 
'Bi hevlên xwe yên li koguşê re hatiye derbkirin'
 
Ufuk diyar kir ku Nazliyê berî bi 8 mehan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Erziromê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê kirine û li wir bi binpêkirinên mafan ên cidî re rû bi rû mane, bi hevalên xwe re hatine derbkirin. Ufuk bi lêv kir ku gardiyan ji ber sedema Efrînê ketine kogûşan û ew derb kirine û wiha got: "Li gel ku hevala Nazli nexweş e ew jî derb kirine. Ufuk di berdewamiya axafitna xwe de wiha got 'Me ji ber derbkirinê rapor girt. Lê hêj tiştek nehatiye kirin. Hêj di laşê me de şopên derbkirinê hene.'" 
 
'Berpirsiyar rêveberiya girtîgehê ye' 
 
Ufuka  ku  got ku Nazli nexweşeke girane  rewla wê wiha ragihand:  "Wê ji me re got  'li vê derê dermankirina min nayê kirin. Ez nikarin bîhnê  bigirim û ji bo daxwaza min a sewkê jî tu bersîv nehat dayîn. Li vêderê binpêkirina mafan zêde ye. Ji ber ku em tevli greva birçîbûnê bûn 3 meha cezayê ragihandin û yê hevdîtinê li me hat birîn. Ger ku tiştek bê serê min li vêderê rêvberiya girtîgehê ji vê berpirsiyar e.  Em dixwazin ku hevala me bê dermankirin."