Li Qamişloyê ji bo zarokên berxwedêran Baxçeyên Zarokan hat vekirin

  • 14:33 11 Sibat 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Weqfa Jina Azad a Rojava û bi alîkariya Heyva Sor a Rojava Baxçeyên Zarokan a bi navê 'Roniya Rojê' ji bo zarokên berxwedêran hat vekirin.
 
Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor a Rojava ji bo zarokên berxwedêran li Taxa Xerbî ya Qamişloyê Baxçeyên Zarokan a bi navê 'Roniya Rojê' vekirin. Bi dehan zarok, hevjîn û dayikên berxwedêran beşdarî vekirina dibistinê bûn. Her wiha sazî û meclisên Rêveberiya Xweser jî beşdarî vekirina pêşdibistanê bûn. Zarokên ji 2 salî heta 5 salî dê biçin Baxçeyên Zarokan.
 
Di destpêkê de ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Rêveberiya Weqfa Jina Azad Axîn Amed hestê xwe yên têkildarî vekirina Baxçeyê Zarokan a bi navê 'Roniya Rojê' de anî ziman û wiha got: "Em bi xêrhatina hemû dayik, zarok û hevjînên şehîdan dikin. Em çiqasî ji zarokên şehîdan re bixebitin jî em her deyindarê wan in. Ew hêviyên pêşerojê, kûlîlkên Kurdistanê û  zarokên  qehremanan e. Em nikarin mafê wan bi axaftinê bînin ziman ji ber ku ev barekî giran e, lê em ê her ji bo zarokên şehîdan di nava xebatê de bin da ku kêfxweş û bê kêmanî bijîn. Em di jiyana wan de serkeftinê dixwazin û bi hêviya ku her tim serkeftî bin."  
 
Piştî axaftinan qurdeleya sor bi destên zarokên berxwedêran hat jêkirin. Paşê zarok derbasî Baxçeyê Zarokan bûn, bi leystokan lîstin û şekir li wan hat belavkirin.