Li Efrînê parçeyekî serîhildanê: Çêkirina xwarinê ya ji bo eniya şer

  • 11:21 11 Sibat 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zede
 
EFRÎN - Li Efrînê li dijî êrîşan bi dirûşma 'ev serîhildana gel e' berxwedana gel didome. Her wiha dayik jî ji şervanên YPG/YPJ'ê re xwarinê çê dikin. 
 
Êrîşên li dijî Efrînê di 20'ê Çileyê de dest pê kiribû û ket roja xwe ya 23'an. Li dijî van êrîşana li her derê serîhildanek hevpar dest pê kir û jinên ku dibêjin "Ev parçeyekî ji serîhildanê ye" ji şervanên YPG/YPJ'ê re xwarinê çê dikin.
 
'Serkeftin teqez e'
 
Li Kuçeya Mahmudiyeyê ya li Efrîna Kevin jin her roj li malekê tên ba hev û ji bo şervanan xwarinê çê dikin.
 
Rêşîde Elî (62) karê ku dike wekî parçeyekî serîhildanê pênase dike û wiha dibêje:"Yên ku şer dikin û axa xwe diparêzin zarokên me ne. Keç û xortên me şer dikin em jî li vir ji wan re xwarinê çê dikin. Em ê teqez bi ser bikevin, çimkî ji zarokên me bigire heta 70 saliyê me, em bi dilekî yekpar serî hildidin."
 
'Zarokên me li eniya şer em jî li vir berxwe didin'
 
Zekiye Emîr (45) diyar kir ku ew hemû bi hev re serî hildidin û wiha got:" Dewleta tirk li dijî me şerekî mezin dest pê kir em jî li dijî vî şerî bêdeng namînin û berxwe didin. Bila ew baş bizanibin ku ev serîhildan têk naçe. Zarokên me li eniya şer em jî li vir berxwe didin."
  
'Stranên şoreşê li ser zimana ye'
 
Birîvan Ebdo ya ku bi gotina stranên şoreşê karê xwe dike wiha dibêje:"Ev ax, axa me ya pîroz e, kesên ku çav bera vê axê dane ew ê li xwe mikur bê û bizanibe ku tiştekî xelet dike. Em ligel zarokên xwe ne, canê me ji wan ne çêtir e. Ger hewce bike em ê jî şer bikin lê me nahêlin kesek axa me dagir bike."