Ji bo rewşa Efrînê civîn hat lidarxistin

  • 10:35 11 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Meclîsa Herêma Efrînê derbarê rewşa dawî ya Efrînê de du civînên  cuda li dar xist û rewş bi rengekî berfireh hat nirxandin. 
 
Bi armanca şîrovekirina rewşa dawî ya herêma Efrînê  Meclîsa navçeya Eşrefiyê ji gel re civînek berfireh li dar xist. Civîn li Bexçê  "Serok" hat lidarxistin. Civîna duyemîn jî  li aliyê  Meclîsa Efrîna Kevin  li pêşiya komîna Şehîd Dilar hat lidarxistin. 
 
Meclîsa Navçeya Eşrefiyê, Meclîsa Efrîna Kevin û bi dehan kes tevî civînê bûn û nirxandinên xwe kirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê  ya ji bo berxwedêrên azadiyê, Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Bakurê Sûriyeyê Hediyê Yusif hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha got:”Dewleta Tirk a dagirker hemû teknîka xwe ya giran li hember hêzên YPG-YPJ’ê  bi kar tîne lê nikare wan tune bike. Îro jî li herêma Efrînê careke din dixwaze bi êrîşên xwe gelê kurd tune bike lê belê gelê Herêma Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe li hember êrîşên dewleta Tirk berxwedana xwe didomîne."