Hezne Arslan li cenazeyê keça xwe yê li Cizîrê hatiye qetilkirin digere
- 09:59 11 Sibat 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Tevî ku di ser îlankirina qedexeya derketina derve ya Cizîrê de sê sal derbas bûye, Hezne Arslan xwe negîhand cenazeyê keça xwe û got: “Ez bi şev ji ber keça xwe ranazêm. Her roj bi hêvî radibim. Ez dixwazim cenazeyê keça min radestî min bikin.”
Li Cizîra Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015- 2’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û tevî ku di ser de sê sal derbas bûye jî ji 130 kesên jiyana xwe ji dest dan cenazeyên 16 kesî hîna nehatiye dîtin. Bi hevkariya parêzerên Saziya Tipa Edlî gelek caran malbatan mînakên xwînê dan û ji van malbatan Hezne Arslan li cenazeyê keça xwe digere.
‘Cenazeyê birayê min 29 rojan li erdê ma’
Heznî diyar kir ku li Cizîr û Mêrdînê bi giştî du caran mînaka xwînê dane û ji wê rojê şûnde ji keça xwe agahî negirtiye. Heznî diyar kir ku herî dawî hevjînê wê bi keça wê re axiviye û wiha pê de çû: “Digot baş im û digot bi xalê xwe re ye. Birayê min jî ligel Hacerê bû. Çend roj şûnde me agahiya şehadeta birayê min girt. 29 rojan cenazeyê birayê min li erdê ma. Li Kolana Narîn bi rojan cenazeyê birayê min li erdê ma. Lê ji keça min agahî tuneye.”
'Vegotina êşa ku me jiya tune ye'
Heznî got navê keça wê di nav kesên di bodrumê de bûn derketiye û wiha pê de çû: “Me cenazeyê birayê min defin kir. Rojek din qedexeya Cizîrê rabû. Ez çûm taxa berê cem dayika xwe. Em li ser goristanê bûn ji şaredariyê li me geriyan. Gotin cenazeya zarokek te derketiye. Cenaze biribûn Rihayê. Min digot belkî cenazeyê keça min e. Nedhiştin em cenazeyê xwe jî bigirin. Vegotina êşa ku me jiya tune ye.”
Yekane daxwaza wan cenazeyê keça wan e
Heznî diyar kir ku ew sê sal in li cenazeyê keça xwe digere û wiha got: “Ez bi şev ji ber keça xwe ranazêm. Keça min ciwan bû ji bo zanîngehê xwe amade dikir. Em cenazeyê wê niha nabînin. Yekane daxwaza min dîtina cenazeya keça min e. Heta dawiya jiyana min ez ê xwedî li mîrateya zarokên xwe derkevim.”








