ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 11 Sibat 2018
- Rojev
*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta HDP'ê re bal dikişîne ser qetilkirina jinan û dide zanîn ku jin ji çar aliyan ve hatine zîncîrkirin û heta ev neyê derbaskirin ew nikarin ji xwe re bibêjin sosyalîst û siyaset jî bikin.
*Ulku Şeyda Solmaz diyar kir ku divê her kes îtîraza xwe bi sembolekê bîne ziman û li dijî pêkanîna cilên yekreng a li girtîgehan hatiye destpêkirin, bi şalgerdana spî bertek nîşan dide.
BI DÎMEN
*Sûka Suryanî ya dîrokî ya li Kerborana Mêrdînê terkî qedera wê hat kirin. Li sûka ku şaredarî xebatên çêkirinê nameşîne, tenê çend esnaf mane û kevirên sûka dîrokî jî roj bi roj dikevin.
BI DÎMEN
*Endama PM'a DBP'ê Fîkriye Aytîn ku di xebatên Yekîtiya Netewiya Kurd de bi awayekî çalak cih digire, diyar kir ku ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî ferz e û li dijî êrîşên li hemberî Efrînê divê ji çar parçeyên Kurdistanê, dengê hevpar bilind bibe. BI DÎMEN
*Tevî ku di ser îlankirina qedexeya derketina derve ya Cizîrê de sê sal derbas bûye, Hezne Arslan xwe negîhand cenazeyê keça xwe û got: “Ez bi şev ji ber keça xwe ranazêm. Her roj bi hêvî radibim. Ez dixwazim cenazeyê keça min radestî min bikin.” BI DÎMEN
*Serdozgeriya Komarê ya Êlihê îdia kir ku Huda Kaya ya HDP’î di mîtînga 8’ê Adara 2017’an a Êlihê de îfadeyên wekî ‘Polîs û leşkeran zarok û sîvîl qetil kirin’ û ‘îşkence li cenazeyan kiriye’ û derbarê wê de lêpirsîn dan destpêkirin. Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de axaftin nirxand û bi îdiaya ‘dewleta komara Tirkiyeyê biçûk xistiye’ derbarê Hudayê de fezleke amade kir.








