Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn

  • 15:29 10 Sibat 2018
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan li Amedê cara 470’emîn li hev kom bûn û li aqûbeta Mehmet Înan ê di 28’ê sibata 1994’an de li Sêrtê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 470’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Çalakî bi hinceta “Rewşa Awarte” li avahiya ÎHD’ê pêk hat. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan û li aqûbeta Mehmet Înan ê di 28’ê sibata 1994’an de li Sêrtê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.
 
Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û bal kişand ser dosyeyên windayan û got ku her çiqas dem bi ser dosyeyan de derbas bibe, kujer û tetikêş jiyana xwe ji dest bidin jî dê edaletê daxwaz bikin û heta edalet bicih bê dê çalakiya xwe dewam bikin. 
 
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan jî çîroka Mehmet Înan ê di 28’ê sibata 1994’an de li navenda sûkê ya Sêrtê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin vegot.
 
Adnan destnîşan kir ku Mehmet beriya bê windakirin 3 caran binçav dibe û tê berdan û di dawiya sibatê de carek din tê binçavkirin û pişt re qet agahî jê nayê girtin. Adnan anî ziman ku bavê Mehmet, Alî Înan ê agahî ji kurê xwe nagire şûnde ve serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê û Fermandariya Leşkeriyê dide û heta niha malbatê tu encamek ne girtiye. 
 
Piştî axaftinan ji bo Mehmet Înan û windayan 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.