Destûra çûyîna rojnameger Hulya Emeç a Swîsreyê hat qebûlkirin
- 14:02 10 Sibat 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Îdareyê ya Federal a Swîsreyê destûr da ku rojnameger Hulya Emeç a ji 20’ê Çileyê ve li Balefirgeha Zûrîhê tê girtin derbasî Swîsreyê bibe.
Rojnameger Hulya Emeç ku ji ber cezayê 7 sal û 6 meh li Tirkiyeyê lê hatibû birîn, piştî ku cezayê wê teqez bû di ser Brezîlyayê re derbasî Swîsreyê bû û daxwaza îltîcayê kiribû. Daxwaza îltîcayê ya Emeç ku ji 20’ê Çileyê ve li beşa xeta derve ya Balafirgeha Zûrîhê dihate ragirtin, ji hêla Sekreteryaya Koçê ya Swîsreyê (SEM) ve bi gotina “Brezîlya welatekî ewle ye” hatibû redkirin û biryar hatibû dayin ku Hulyayê dîsa bişînin Brezilyayê.
Parêzerên Hulyayê li dijî vê biryara giliyê SEM’ê kiribûn û serî li Dadgeha Îdareyê ya Federal a Swîsreyê dabûn û xwestibûn ku dosya bê xerakirin.
Piştî serlêdana parêzeran Dadgeha Federala Swîsreyê biryar dabû ku Brezîlaya dibe ku ji bo Hulyayê nebe welatekî ewle û xwestibû ku SEM dîsa li biryara xwe binêre.
SEM’ê çend rojên bihurî biryar da ku rêveberiyê rawestîne û ragihand ku Hulya dikare derbasî Swîsreyê bibe.
Rojnameger Hulya ya ji 20’ê Çileyê ve li balafirgehê dihate girtin di raya giştî de bûbû sedema nerazîbûnan û li Swîsreyê bûbû yek ji rojeva girîng. Gelek siyasetmedar û saziyên navnetewî gotibûn rojnamegerên kurd li Tirkiyeyê û bajarên heremê di şertên pir giran de ne û desthilatdarî raste rast wan dike hedef û gotibûn heke Hulyayê vegerînin Brezîlyayê dibe ku radestî Tirkiyeyê bikin.
SEM’ê li ser daxwaza îltîcayê ya Hulyayê biryara redkirinê dabû û zexteke raya giştî li ser hebû. Tê payin di rojên pêş de derbarê mijarê de daxuyaniyeke çapemeniyê bide.








