Li Efrînê kampên penaberan hedef tên girtin: Ewlehiya jin û zarokan tuneye

  • 10:04 10 Sibat 2018
  • Rojane
Zeynep Kizilirmak
 
EFRÎN - Di êrîşênTirkiyeyê yên li hemberî Efrînê de yek ji cihên ku herî zêde bi bandor dibe kampên ku bi hezaran penaber lê dijîn e. 
 
Jin û zarokên li kampên Şehba û Rubar dijîn û tenê bi piştgiriya kantona Efrînê malovahiyê dike, ji ber êrîşên tên jiyîn di bin tehdîdê de ne. Jinên li kampê dijîn bi taybet ji rêxistinên jinan banga ‘ Vî şerî rawestînin’ dikin. Li gorî daneyên Ofîsa Penaberan a Kantona Efrînê di şerê Sûriyeyê de 282 hezar kes ji ber herêma şer reviyane û li Efrînê bi cih bûne. Tevî bangên civakên Navneteweyî, bêyî piştgiriya NY û saziyên alîkariyê ji aliyê kantona Efrînê ve hewcedariyên wan tên dîtin. Piranî penaber jî ji jin û zarokan pêk tên. 
 
Beşek penaberan jî li kampên Şehba û Rubar hatin bicihkirin. Di her du kampan de 10 hezar kes dimînin. Li gorî agahiyên ku Nûneriya Ofîsa Penaberan a Wezareta Karên Civakî daye di her du kampan de nêzî 10 hezar kesî dimînin û ji sedî 60’ê wan jin û zarok in. Di êrîşên Tirkiyeyê de kampa penaberan a Rubar jî hedef hat girtin. Di êrîşan de gelek kesên li kampê birîndar bûn lê dîsa jî kamp terk nekirin. 
 
‘Cîhan çima bêdeng e’ 
 
Jinên penaber diyar kirin ku çima hemû cîhan vê zilmê dibîne û deng nake. Jina bi navê Ezera Şexo ku li kampa Şehbayê bi zarokên xwe re dimîne diyar kir ku ev du sal in li vê kampê ye û got: “Ev çend roje dewleta Tirk van deran bombebaran dike. Em ji şer reviyan û hatin vir. Em nizanin biçin ku derê. Em ji şer hatin vir. Ji bo vê kampê hewcedarî bi gelek tiştî heye. Gelek kes li vir dijîn. Ez bang li hemû kesî dikim ku destûrê nedin vî şerî.” 
 
‘Li vir jin û zarok hene’ 
 
Zahra Hisen jî ev tişt bi lêv kir: “Ez li kampa Şehbayê dimînim. Tu dewlet alîkariyê nade me. Li cihên din bana wê saziyên navneteweyî piştgirî bida. Kantona Efrînê tenê alîkariyê dike. Bi taybet rewşa jinan di alî fîzîkî û derûnî de ne baş e. Efrîn cihekî bi ewle bû. Lê ji roja êrîşên Tirkiyeyê dest pê kiriye alîkarî kêm tê. Rewşa jin û zarokan xerab e. Ez bang li her kesî dikim. Bila alîkariyê bidin me.” 
 
‘Li depoyên avê dixin’
 
Jina bi navê Zileha El Hamad jî bi lêv kir ku ji gundê Dêdîn ji ber êrîşan koçî vir kirine û got: “ Em hatin Efrînê li kampê dijîn. Em ji zilmê reviyan rewşa me baş bû. Lê ev 20 roj in Tirkiye bombeyan davêje ser me. Parçe li zarokên me dikevin. Em dixwazin dawî li vê dagirkirinê bê. Depoyên avên me hedef tên girtin. Dixwazin me tî û birçî bihêlin.”
 
Jina bi navê Amîra Ehmedî ku li kampa Rubar dijî diyar kir ku ew ji gundê Babîsê ya girêdayê Îdlîbê ji ber êrîşên DAÎŞ’ê reviyane û got: “Ji ber Efrîn bi ewle bû em hatin vir. Ji roja êrîşan dest pê kiriye em dîsa şer dijîn.
 
'Parastina kampê jin dikin'
 
Rohilat Eyşe Sileman ku ewlehiya kampê digire diyar kir ku ji ber di kampê de parastina kampê jin dikin, ji bo jinan gelek baş e û got: “Li vir gelek malbat dimînin. Em ewlehiya kampê digirin. Çi hewcedariya jinan hebe ji me re dibêjin. Em hewcedariyên wan tînin. Ji sedî 60’î zêdetir jin û zarok in.
 
Nûnera Ofîsa Penaberan a Wezareta Karên Civakî, Hîba Muso Şexo derbarê rewşa penaberên li kampê de agahî da û diyar kir ku ev çar sal in ji herêmên din kesan koçî Efrînê kiriye û got: “Me ewil kampa Rûbar vekir. Piştre ji ber hejmarê me kampa Şehba jî vekir. Li kampan ji sedî 60’î zêdetir jin û zarok dimînin.” Ez bang li hemû saziyên jinan dikim ku ji bo Efrînê bikevin nava tevgerê.