ROJEVA 10'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 10 Sibat 2018
- Rojev
*Jina bi navê Nurdan Saltik a ku 42 salî ye û bi eslê xwe ji Bartinê ye piştî zewiciye û li Amedê bi cih bûye fêrî zimanê kurdî bûye û piştre zarokên xwe jî hînî kurdî kiriye ji me re bahsa çîroka xwe kir û got ku ji bo hînkirina ziman erka mezin dikeve ser milê dayikan. BI DÎMEN
*Li Wanê dayika Ferînaz û hevjînê wê bi kedeke mezin bi çêkirina cinimêjan (secade) xebatek hevpar dikin û pê debara xwe dikin. BI DÎMEN
*Ekîba TJN ya şanoya Kurdî dike, şaredariyên Stenbolê û şanoyên taybet sahneyê nadin wan. Rûgeş Kirici diyar kir ku ne lîstik ziman dibe pirsgirêk û got: “Li dijî zimanê Kurdî helwestek neyînî heye. Lê em sondxwarîne ku xwe bigihînin temaşevanan.
BI DÎMEN
*Di hevdîtina 9’ê Adarê ya 2014’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi şibandina kok hucreyê, di dîrokê de rastiya jinê ya xwe daye jinê û têkoşîna jiyanê vedibêje.
*Di êrîşênTirkiyeyê yên li hemberî Efrînê de yek ji cihên ku herî zêde bi bandor dibe kampên ku bi hezaran penaber lê dijîn e.
BI DÎMEN
*Amadekariyên Sêyemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê rastî polîtîkayên zextê tên. Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku wê bi nexşerêya nû bersivê bidin êrîşan û got: "Wê zext û êrîşan vala derxînin" û banga tevlîbûna kongreyê kir.
*Li Cizîrê jina bi navê Feyruz Pulat û bebeka wê, bi hinceta ku pisporê welidînê û nexweşiya jinan tUnebû jiyana xwe ji dest dabûn. Di dosyaya lêpirsîna hatiye vekirin de tu pêşketin nehat jiyîn. Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve, ji bo lêkolînê bikin mufetîş li nexweşxaneya Dewleta Cizîrê hatin peywirdarkirin û rapora lêkolînê ya hatiye amadekirin jî hîna pêşkêşî wezaretê nehatiye kirin.








